‘Tu carî serî netewand’
‘Tu carî serî netewand’
‘Tu carî serî netewand’
Malbata kedkarê çapemeniyê Kadrî Bagdu yê ku 25 roj berê hate qetilkirin, fedakarî û biryarbûna Bagdu vegot: “Rojekê serî netewand. Dest jê berneda. Zivistanê betaniyek li xwe pêça. Çiya difikirî. Ji ber ên li wir bi betaniyekê radizan. Her tim hewl dida layîqî gerîlayan be."
Kadrî Bagdu di 14’ê Cotmehê de li Edeneyê ji aliyê kontragerîlayan ve hat qetikirin. Tiştên ku Bagdu û malbata xwe jiyan tabloya şênber a şerê qirêj ya dewleta Tirk e. Bi zorê ji gund koçî bajar kirin, hatin girtin, zilm û zext dîtin.
Çîroka malbata Bagduh ji gundê Erkent a Sêrtê destpê dike û li Taxa Şakîrpaşa a Edeneyê didome. Li Şakîrpaşayê zêdetir Kurd û Elewî dimînin. Malbata Bagdu jî yek ji malbatên xizan a Taxa Şakîrpaşayê ye.
Li odeya wan a malê ya bo mêvanan bikartînin wêneyên şehîdan hene. Wêneyê Bagdu jî ji 14’ê Cotmehê şûnde cihê xwe girtiye. Êdî di her sohbetê de şopa wî heye. Kadrî Bagdu bavê 9 zarokan bû. Nevî jî hene li malê. Sê neviyên wî hene; Merwan, Mahîr Denîz û Cesur.
EM BI DOŞEKEKÊ HATIN VIR
Hevsera Bagdu Şemsa Bagdu diyar kir ku 1992’yan de koç kirine û bi 5 zarokên xwe re bi doşekekê hatine Edeneyê.
Bagdu hemaltî kir û debara malbata xwe kir. Hemû temenê wî bi kedkariyê derbas bû. Kurê Bagdu Îsmaîl, got; "Di salên ewil de kesî ji me bi Tirkî nizanibû. Piştre em li vir fêr bûn. Em bi zorê fêr bûn. Ger apê me tunebûya em ê zor fê bibûna.”
Lê hatina Edeneyê zextên dewletê neguhertiye.
Îsmaîl zextên ku jiyane wiha vegot: “Li taxê çi pêk bihata dewletê ji me zanîbû. Wê demê taksiyên toros hebûn. Her tim bavê min tehdîd û taciz dikirin. Ez, dê û bavê xwe em gelek caran ketin girtîgehê. Nasnameya me tunebû. Me nasnameya xwe di 2002’an de girt.
HEVSERÊ MIN DEWLETÊ KUŞT
Şemse Bagdu yek ji Dayikên Aştiyê ye. Tirkî nizane. Xuyaye êşa wê kûr û teze ye. Lê bi tecrûbeya xwe ya xwe têkoşîna azadiyê diaxive. Ji mirina hevserê xwe dewletê berpirs dibîne û dibêje: “Kê kuştibe jî ez dewletê berpirs dibînim. Dewletê hevserê min kuşt. Ji ber ku dewletê kuştiye jî ez bawer nakim ronî bibe."
Îsmaîl Bagdu jî wek dayika xwe difikire û wiha got: “Polîsan roja ewil wekê ku dê bûyerê ronî bike tevgeriya. Lê tiştek nekir. Gotin dîmenên kamerayê hene. Niha jî dibêjin tuneye. Lê em dizanin ku li serê wê cadeyê gelek kamera hene. Em bawer nakin dewlet vê ronî bike.
LÊ DAN Û AVÊTIN ZEVIYAN
Şemsa Bagdu jî rastî zilma dewletê heye. Du caran hatiye girtin. Di 2006’an de li avahiya partiyê rastî êrîşa gaza bombeyî ya polîsan û lêdanê tê.
Polîs bi porê wê digirin û li dîwaran didin.
Tenê ev nîne. Di sala 1999’an de di roja 15’ê Sibatê de polîs wê di rê de didin sekinandin û dikin wesayîta zirxî û lê didin. Piştre dibêjin qey miriye û davêjin zeviyan.
Tevî evqas zext û zordarî jî Kadrî Bagdu rojnameya Azadiya Welat û Gundemê belav dikir.
BAVÊ MIN SERÎ NETEWAND
Îsmaîl Bagdu bi lêv kir ku bavê wî carekê serî netewandiye û wiha got: “Qet dest jê berneda. Bavê min her tim ji bo têkoşîna xwe jiya. 18 salan her sibehê rojname belav kir. Carinan nikaribû bimeşe. Lê dîsa jî dest jê berneda. Bavê min dizanibû ku dê bi qedera xwe nemire. Bavê min tu carî lihêf neavêt ser xwe. Betaniyek davêt ser xwe. Çiya difikirî. Dizanibû gerîla bi betaniyekê radizên. Bavê min her tim hewl da ku layîqê wan bijî."