TTB: Gelek pêkanîn şaş in, kêm in

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ragihand ku gelek pêkanînên li dijî gefa vîrûsa koronayê bi cih tên anîn, şaş in û kêm in. Yekîtiyê xwest, rojane zêdeyî 30 hezar test bên kirin.

Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li ser şewba vîrûsa koronayê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê li hemberî şewbê gelek pêkanînên şaş û kêm hene.

TTB'ê diyar kir, negirtina deriyê sînor ê bi Îranê re ku dema hate bihîstin vîrûs li Îranê belav bûye, di demeke wiha de vekirina deriyên sînor ji bo penaberan, her wiha nexistina nava karantînayê ya mirovên ji hecê vegeriyane, kir ku Tirkiye li pêş çavên her kesî enfekte bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ya ku divê îro û ji niha û pê ve bê kirin, mîna pêşniyara Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, divê gelek test bên kirin û îzolasyoneke tund bê ferzkirin. Li welatê me ku tevî penaberên Sûriyeyî nêzî 90 milyon mirov hene, rojane divê zêdeyî 30 hezar test bên kirin û yên ku encama testê pozîtîf derket pêwendiya wan bi mirovên din re bê birîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê kapasÎteya tenduristiyê ya bajaran bê nirxandin û li gorÎ pêwîstiyan tevdîr bên zêdekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku alîkarî ji karker, bêkar û mirovên xizan re bê dayin û hate gotin, "Çavkaniyên Tirkiyeyê têra piştgiriyeke wiha dike."