TŞYG: Ne darbe ne jî dîktatortiya Qesrê siberoja gelê me temsîl dike

Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) got, “Ne darbeya faşîst ne jî dîktatorên Qesrê ku her tim welatê me di kaosê de digirin siberoja gelê me temsîl dikin. Refên me refên azadî û wekheviyê ne.”

Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), piştî hewldana têkçûyî ya darbeyê têkîldarî xeteriyên kûrkirina sepanîn desthilatdariya Qesr-AKP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, got, “Ne darbeya faşîst ne jî dîktatorên Qesrê ku her tim welatê me di kaosê de digirin siberoja gelê me temsîl dikin. Refên me refên azadî û wekheviyê ne.”

Bang kir ku di van rojan de ku nêzî salvegera qetlîama Pirsûsê dibin, pêwîst e gelê Kurd û raya giştî ya şoreşger bêdeng nemîne, hêvî û ronahiya li Rojava veguhezîne Bakur jî.

Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku piştî darbeya têkçûyî , Qesr-AKP’e mîna hawarîsê demokrasiyê xwe nîşan dide, taloke heye ku polîtîkayên xwe yên antî-demokratîk, zextker û otorîter hê kûrtir bike, di danezanê de ku bi sernivîsa “Ne Darbe Ne Dîktatoriya Qesrê” hate weşandin, li ser hewldana darbeyê ya ku êvara 15’ê Tîrmehê beriya civîna Desteya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) qewimî hate rawestandin.

Di danezanê de hate destnîşankirin ku tevahî darbe bi qetlîam, qedexeyên weşanê, binçavkirin û tinehesibandina maf û azadiyan bi encam dibin, ji bo darbekaran jî ku bi navê “Konseya Aştiya Welêt” hewl dan darbeyê bikin, hate gotin ku sûbayên faşîst wê ti kêmahiya wan ji wê zihniyeta duh û îro qetlîamkar e nîn be. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sûbayên qaşo wê hizûrê bînin, ev 30 sal in li Bakur kevir li ser kevir nehiştine. Ew kesên ku bi xwe li qadên berxwedana xwerêveberiyê wehşetên jêrzemînan pêk anîn, ew kesan e ku bi tazî Ekîn Wanên me bi erdê re kaş kirin. Ev kesên ku vê wehşeta bi serê me de anîn ti carî nikarin bi darbeyê ‘hizûrê’ bînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, lê ji hêleke din ve darbekarên  ku niha li kuçeyan, li meydanan gotinên ‘’demokrasiyê’’ di devê xwe de kirine benîşt, hê jî xwîna ciwanên Kurdan bi destê wan ve ye û ziwa nebûye û wiha pê de çû: ‘’Pêvajoya komkujiyê ya bi hevkariya AKP’ê û DAÎŞ’ê ku beriya bi salekê bi komkujiya ciwanên sosyalîst ên SGDF’yî ku bi hawara Kobanê ve çûyin, destpê kirî, Tirkiye aniye rewşeke wiha ku êdî mirov nikare tê de bijî. Dîktatoriya AKP’ê ji bo ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku xurt bûyî û tevgera şoreşger tepeser bike, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê bi darbeya Qesrê, bi tunehesibandinê vîna gelê me tune hatiye hesibandin. Vêca niha li hemberî darbeyê behsêkirina wan a ji ‘’îradeya millî’’ ji durûtiya wan pê ve ti tiştekî din nabêje. Li Bakur û di serî de li Cizîrê bi saxî şewitandina mirovên me yên ku li qada berxwedanê ya xwerêvberiyê bi hevkariya wan pêk hatiye. Têkoşîna herî biçûk a lêgerîna heqiyê û dadmendiyê bi komkujiyan hate bersivandin.

Bi van kirpandinan tiştên ku 15’ê Tîrmehê hatin jiyîn weke, ‘’hewldana darbeyê ya klîkeke leşkerî ya bi ser klîkeke dî ya leşkerî ve’’ hate pênasekirin.

 ‘REFÊN KU EM LÊ NE DIVÊ REFÊN AZADÎ Û WEKHEVIYÊ BIN’

Di daxuyaniye de tê gotin, ‘’mehmedokên leheng’’ ku duh Kurdistan bombe dikirin, kavil dikirin û dişewitanin îro bi rêbazên ne kêmî yên DAÎŞ’ê li kuçe û kolanan serê wan tê jêkirin’’ û bi berdewamî:

‘’Van dîmenan ji bîr neke ey gelê Tirk ê kedkar. Hişmendiya ku ev 40 sal in ji gelê Kurd re dibêjin, ‘’terorîst’’ û ji komkujan re dibêjin, ‘’leheng’’ hatiye vê rewşê. Civakeke wiha çêkirine ku pevçûnên wan ên desthilatdariyê rû didin, leşkerên hejar û kedkar li kuçeyan bi hovîtiyê dikujin. Ji bo vê jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ew ref e ku divê gelê Tirk tê de cihê xwe bibîne.  Duh yên ku bang li gel kiribûn da ku li dijî komkujiya Kobanê rabin serhildanê

 xayin hatibûn ragihandin îro bang dikin da ku da ku derkevin kuçeyan. Ji bo vê jî ne darbeya faşîst û jî dîktatrên qesrê ku welet seraqet di nav kaosê de dihêlin nikarin bibin nûnerê pêjeroja me. Refên ku divê em lê bin refên azadî û wekheviyê ne. Di van rojan de ku salvegera komkujiya Pirsûsê nêz dibe, em bang li gelê Kurd ê egîd dikin ku li hemberî van rûdanan bêdeng nemînin û hêviya ku li Rojava geş bûyî û vê ronkahiyê li Bakur jî geş bikin.’’