'Trump hem hevalbendên me hem jî leşkerên Emerîkî dixe metirsiyê'

Brett McGurk berî û piştî daxuyaniyên Trump ku rê dide dagirkeriya dewleta Tirk, hin peyam weşand. McGurk destnîşan kir, polîtîkayên Trump hem hevalbendên wan hem jî leşkerên Emerîkî dixin nava metirsiyê.

Brett McGurk ku di dema Barack Obama de Nûnerê Taybet ê Koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bû û par piştî biryara Trump a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê îstifa kir, bi tundî Trump rexne kir.

McGurk daxuyaniya Qesra Spî ya doh rexne kir ku tê de hate ragihandin ku yekîneyên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekişandin û got, "Donald Trump serfermandar nîne. Bêyî ku agahiyan werbigire û bişêwire bi rengekî bêfikir biryaran werdigire. Personelên leşkerî dixe nava metirsiyê. Dengê xwe bilind dike û piştre dema ku dijmin bersivê dide blofa wî yan jî telefoneke bi axaftineke tund jê re tê hingî hevalbendên me dixe rewşeke bêparastin."

McGurk bi bîr xist ku Trump piştî axaftina bi Serokkomarê Tirk Erdogan re biryara vekişînê ragihand û got, "Ev yek nîşan dide ku rewşa li qadê qet û qet fêhm nake." McGurk anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re hatiye hiştin û destnîşan kir, polîtîkayên Trump di heman demê de zerarê didin ewlekariya neteweyî ya Emerîkayê. McGurk bi taybetî destnîşan kir ku di mijara têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de divê bi ti rengî ji Tirkiyeyê nepiştrast bin.

Peyamên McGurk ên piştî daxuyaniya Qesra Spî wiha bûn: "Di destê DYE'yê de ti êsîrên DAÎŞ'î nîne. Ew hemû di destê QSD'ê de ne ku Trump QSD pêşkêşî maseya Tirkiyeyê kiriye."

"Li kampa Holê ku wezaretên karên derve û parastinê yên DYE'yê weke devera 'dendika vejînê ya DAÎŞ'ê pênase dikin, nêzî 60 hezar êsîr hene. Ti niyet, daxwaz û kapasîteya Tirkiyeyê nîne ku wan 60 hezar êsîrî îdare bike. Piştrastiya ji vê yekê wê ewlekariya me ya neteweyî bixe metirsiyê."

"Herêma ewle ku Tirk pêşniyara wê dikin, wê bi qasî 30 kîlometreyî di nava Sûriyeyê de be ku herêmên Xiristiyan, kurd û hindikahiyên din ên bêparastin jî wê di nav de bin. Halbûkî dîplomatên me li ser planeke ji bo pêşîgirtina li vê hilweşînê dixebitîn. Mîke Pompeo (Wezîrê Karên Derve) li ku ye?"

"Ya rast rayedaren DYE'yî  planeke 'mekanîzmaya ewlekariyê' bi QSD'ê re dan îmzekirin. Di çarçoveya vê planê de ji ber ku wê pêşî li Tirkiyeyê bihata girtin ku derbasî aliyê din ê sînor nebe, hemû bendên parastinê yên li aliyê Sûriyeyê hatin rakirin. Fermandariya Ewropayê ya DYE'yê EUCOM ev plan doh eşkere kir. Gelo Trump der barê vê planê de hatibû agahdarkirin?"

"Dema ku min polîtîka (têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê) bi rê ve dibir, Trump careke din biryareke bêfikir a bi heman rengî wergirtibû. Li ser vê yekê min îstifa kir, li pişt her gotinên ku min di vê der barê de nivîsî. Ev yek îşev careke din dubare bû, lê xuya ye ji wê demê xerabtir e, ji ber ku di dema derbasbûyî de rayedarên DYE'yî QSD îqna kiribûn ku wê bimînin."

Brett McGurk anî ziman ku bi Donald Trump re kêmasiya herî mezin a polîtîkaya derve ya Emerîkayê şaştiyên di nirxandinê de ne û bi bîr xist, biryara herî dawî piştî axaftina bi telefonê ya bi Erdogan re hate wergirtin û ev yek weke diyariyekê ye ji bo Rûsya, Îran û DAÎŞ'ê.

Brett McGurk her wiha bersiv da hin daxuyaniyên Trump ên li pêşberî nerazîbûnan û destnîşan kir ku daxuyaniya Trump a ku dibêje 'Min DAÎŞ bi temamî têk bir' dûrî ji rastiyê ye.

McGurk hişyar kir û got, "Birêz Serok; biborînin lê belê ti ji van rast nînin. Dikarim ji we re pêşniyar bikim, ku beriya hûn der barê meseleya man û nemanê de biryarê werbigirin bi pisporên xwe û bi tîma xwe ya polîtîkayê bişêwirin, civînê bi wan re bikin. Wergirtina biryareke wiha piştî axaftina bi telefonê bi lîderekî biyanî hingî bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê ye."