Topa hewanê li Şêxmeqsûd ket: 3 birîndar

Topeke hewanê li Taxa Şêxmeqsûd a piraniya şêniyên wê Kurd in ket. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Topeke hewanê li Taxa Şêxmeqsûd a piraniya şêniyên wê Kurd in ket. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Îro saet 15.00’an topeke hewanê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in ket. Di encamê de sê welatiyên bi navê Elî Xelef, Mihemed Rsûl Oso û zaroka bi navê Lava Xelef birîndar bû. Birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a Taxê.