TJKE’yê manîfestoya Ocalan silav kir

TJKE’yê manîfestoya Ocalan silav kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) bi daxuyaniyeke nivîskî Manîfestoya Demokrasî  û Aştiyê ya Rojhilata Navîn  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê de hate xwendin silav kir.

Tevgera Jinan a Kurd a Ewropyê bi daxûyaniyeke nivîki banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Di daxuyaniyê de Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a hêzên emperyalîst hate bibîrxistin û tê gotin: “Ji bo valaderxististina vê projeya li dijî jinan û gelan berpirsiyariya me heye. Em ê li benda dewleta tirk û ti dewletan namînin, paşeroja xwe bixwe ava bikin. Ji ber ku di bingeha banga rêberê me ya newrozê de gelên rojhilata navîn û jin paşeroja xwe bixwe ava bikin heye.

Di daxûyaniyê de komkujiya li Parîsê ya di 9ê Çilê de jî hate bibîrxistin û wiha hate gotin:

"Ev komkujî bi destê hêzên desthilatdaran hewildana bê hêzkirin û tepisandina aliyê kurd bû. Tevî hewildanên li dijî aştî û azadiyê, di vê mijarê de em wek jin, gel û tevgera xwe bi rêberê bawer dikin. Jinên ku ji 8ê Adarê heta Newrozê li meydanan bûn jî dilsoziya xwe ya bi rêberê xwe re nîşan dan.”