TJK-E'yê rojbûna Ocalan pîroz kir

TJK-E'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, "4'ê Nîsanê di heman demê de vejîna jinan e."

TJK-E'yê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de rojbûna 72'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rêberê Gelê Kurd, li jinan, dayikan, zarokan, li gelên berxwedêr û mirovahiyê hate pîrozkirin.

TJK-E'yê diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd rojbûna jinên Kurd e, vejîna civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Abdullah Ocalan li hemberî polîtîkayên li derveyî mirovahiyê û şert û mercên dijwar, vejîna xwe ya 3'emîn li zindana Îmraliyê pêk anî. Em jî rojbûna Rêber Ocalan a 4'ê Nîsana 2020'an bi bilindkirina têkoşînê pêşwazî bikin."

Di daxuyaniyê de bandora vîrûsa koronayê ya li tevahiya cîhanê hate bibîrxistin û hate xwestin, ku 4'ê Nîsanê bi rê û rêbazên afirîner bê pîrozkirin.