TJK-E'yê Newroz pîroz kir

TJK-E'yê Newroz pîroz kir û diyar kir, "Newroz ji nû ve vejîn e, berxwedane, serînetewandina li ber zilmê ye. Em Newrozê îsal bi rêbazên afirîner pîroz bikin."

TJK-E'yê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û jinên Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin her rojên 40 salên têkoşîna azadiyê veguherîn roja berxwedanê ya Newrozê û hate gotin, "Li dijî sîstema mêtingeriyê ya bi serweriya mêr, nasnameya 'jin a azad' bi ked û berxwedaneke destanî hatiye afirandin. Lewma Newroz li gel berxwedana dîrokî her wiha sekna berxwedan û azadiyê ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Newroza îsal bi wateyeke dîrokî û mezin pêşwazîd ikin. Bêguman mîna her salê îsal jî gelê me bi coş û giyaneke mezin Newroz îsal pêşwazî kir. Lê belê ji ber vîrûsa koronayê ku bandoreke giran li dinyayê kir, me biryar wergirt ku Newroza îsal bi komî li meydan û salonan pîroz nekin. Ev biryar ji bo tenduristiya gelê me girîng e. Ji ber vê yekê Newroz wê îsal li her malê bi rengekî afirîner bê pêşwazîkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Newroza 2020'an wê biryardariya wan a ji bo mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê xurtir bike.