TJA û HDP start da çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li du bajaran

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarên Mersîn û Rihayê start da çalakiyên 25’ê mijdarê.

TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê, starta çalakiyên ku wê ji bo 25'ê Mijdarê lidar bixin li Mersîn û Riha dan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajar a Mersînê, li Parqa Bariş bi daxuyaniyekê starta çalakiyên ku wê li bajar lidar bixin dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî tundiya dewlet-zilam, şer, xizaniyê em li her derî ne” û “Li dijî tundî û xizaniyê dema azadiyê” hatin vekirin. Her wiha posterên Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hatibû kuştin hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşmeyên “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Mersîn Gulbahar Şofer axivî û diyar kir ku divê bersiva tu bîrdozî, malbat û baweriya ku jinan bêwelat, bênirx, bêgotin û bêçalakî bêhilê di civakê de tunebe û wiha got: “Li her dera dinyayê li dijî jinan şerekî ku nehatiye ragihandin tê meşandin. Fetiha destpêkê ya pergala baviksalarî laş û cîhana jinê ye. Êrişên qirkirina zayendî li her qadê didomin. Li dijî vê jî bi zanebûna nasnameyê têkoşîn tê dayîn. Ji bo jin ji civakê bên qutkirin polîtîka tên afirandin. Dixwazin jinan bêparastin bihêlin. Cezakirina Ayşe Gokkan nîşaneya tirsa desthilatê ya ji têkoşîna jinan e. Wê jiyana nû bi têkoşîna jinan bê avakirin. Weke her carê em ê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin û jiyana nû ava bikin.”

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

RIHA

TJA'yê starta li Rihayê jî li qeraxê Çemê Firatê bi çalekiyekê da. Çalakî li gundê Gazbey ê navçeya Karakopruiyê hat lidarxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajar û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî çalakiyê bûn. Jinan, di çalakiyê de ji qurdeleya mor zincîr çêkirin. Di çalakiyê de Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê ya ji bo jinan.

Surucu, diyar kir ku weke jinên rihayî we li dijî tundî, xizanî û şer dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê jin tune tên hesibandin û tundî li wan tê kirin. Her roj jin tên kuştin. Di şevekê de bi gotina zilamekî Peymana Stenbolê hat betalkirin û jin bêparastin hatin hiştin. Her roj jin tên binçavkirin û girtin. Zextên li ser rêxistinên jinan didomin. Cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn, li ba me jinan bêhikm e. Em wî cezayî qebûl nakin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin dengê jinan qut bikin. Ji bo parastina mafê xwe em ê heta dawî li qadan bin. Tu carî jin serî danaynin.”

Piştî axaftinan balonên mor hatin firandin û çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.