Tîşort û silava leşkerî ya Zanka li Desteya Etîkê ye

Lîstîkvanê gokê yê Danmarkî Mathîas Zanka Jorgensen ku di Fenerbahçe de dilîze ji ber ku silava leşkerî dabû ew şandin Desteya Etîkê ya Federasyona Futbolê ya Danmarkê.

Piştî êrîşên qirkeriya dagirker ên Tirk ên li ser Rojava lîstikvanên gokê yên tîmên Tirk jî bûbûn parçeyek ji vê qirkeriya dagirker a Tirk.

Piştî ku lîstikvanê gokê yê Danmarkî Mathîas Zanka Jorgensen 26'ê Cotmehê di lîstika Fenerbahçe-Konyasporê de silava leşkerî dabû û formaya bi desteka dagirkeriyê li xwe kiribû ev li Danmarkê bûbû sedema helwestên tund.

Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê Pelle Dragsted li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal gotibû, ''Zanka, çima destekê didî kuştina bi sedan Kurdî, sûcên şer û paqijiya etnîk a li ser Kurdan, ku li dijî Dewleta Îslamê şer kirin? Divê tu sedema vê bibêjî.''

Her wiha Wezîrê Çandê yê Danmarkê Bertel Haardel de jî helwesteke tund li dijî Zanka nîşan dabû.

Mijar hate rojeva Federasyona Fitbolê ya Danmarkê (DBU). Serokê Komîteya Etîkê ya Federasyonê Brîgîtte Ladefoged got tiştên ku ew bi Jorgensen re axivîn û tiştên ku bûne li komîteyê ew ê binirxiînin.

Komîteya Etîkê wê pêşniyarên xwe bide Federasyona Futbolê ya Danmkarkê.