Tirkiye piştgiriyê nade gelê Misrê, dide cemaetan

Tirkiye piştgiriyê nade gelê Misrê, dide cemaetan

Di navbera Tirkiyeya ku piştgiriyê dide birayên Musliman û Misirê de têkilî her diçe der paşde diçe û li ser vê yekê Sefîrê Mezin yê Misrê ku şûnde gazî kirinê, diyar kir ku Tirkiye bila ne wek dostê cematan wek dostê hemû Misiriyan tevbigere.

Abdurrahman Salahaddîn ku ji bo îstîşareyan gazî welatî wî hate kirin, beriya bê Misrê li Salona VIP YA Bafirgeha Esenboga ya Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand.

Selahaddîn da zanîn ku ji peyamek ji Tirkiyeyê re aniye û got: “Tirkiye divê ne tenê dostê komekê ya Misirê be divê dostê hemû Misiriyan be. Piraniya gelê Misirê Tirkiyeyê wek dost dibîne. Tirkiye ji hinek cemaatan re dibe alîgir. Ev cemaat jî wek terorîst tevdigerin.

Salahaddîn da zanînku  daxuyaniyên Enqereyê yên der barê Misirê de dîmenekî erênî dernaxîne holê û ev rewş dê bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê bike.

Rayedarên Misrê diyar kirin ku Tirkiye bi rayedarên Birayên Musliman re  welat tevli hev dikin.

 Misirê di 16’ê Tebaxê de bi armanca hikûmeta Tirkiyeyê ku tevli karê hundir yê Misirê dibe tatbîkata behrê ya hevpar ku dihat payîn di meha Cotmehê de pêk were betal kir. Wezareta Karê Derve ya Misirê daxuyaniyek da û got: “Tirkiye bi awayekî vekirî tevli karê hundir yê Misirê dibe. Ev helwest nayê qebûlkirin. Ji ber vê tatbîkatên hevpar yê meha cotmehê betal dike.