Tirkiye: Ducariya Kurdan - Immanuel Wallerstein

Tirkiye: Ducariya Kurdan - Immanuel Wallerstein

Bala cîhanê niha li raperîna populer a li dijî Hukûmeta Recep Tayyip Erdogan a li Qada Taksîmê ye. Herkes di wê baweriyê de ye, ku pêla raperîna li dijî antî-otorîter a li cîhanê deng vedide û di dema dawî de li Rojhilata Navîn destpê kir, xwe gihand Tirkiyê, ku hina îddîa dikirin Tirkiye nakeve bin bandora vê pêlê.

Di raperînên mîna vê de, divê li ser helwesta otorîter a hukûmetan û dilsoziya wan a bi polîtîkayên neo-lîberal were rawestîn. Heta niha; li dijî niyeta hukûmetê ya şênkahiya herî dawî ya li Stenbolê xwest fedayî projeyên aboriyê bike, protestoya biçûk a hawirdorparêzan bal kişand, her roj mezin bû û li gelemperiya Tirkiyê belav bû. Bersiva hukûmetê li vê jî, bi eks dewamkirina biryara xwe û zexta bi dijwariya polêsan bû. Wer xuyaye ku ev bersiva dewletê, mûxalefetek afirandiye û her roj hîn bêtir mirov balê didin protestoyan.

Di van protestoyan de, gelek beşên civakê cih digirin. Di vê nuqteyê de mirov dikarin behsa jin û çepgirên sekuler ên ji zextên AK partiyê yên "Nerm" û pîvanên Îslamperestiyê bêzar bûne, bikin. Di nava van mirovan de, yên ji tevlêbûna hukûmetê li nava meselya Sûriyê ne razî ne, mirovên rastgir û xwe weke "Kemalîst" bi nav dikin û derdorek li dijî partiyên Îslamperest hene. Beşek AKP'yiyên bi pêşengiya Abdullah Gul ên hukûmetê bi dûrketina ji Îslamê û girêdayîna bi Emerîkayê tewambar dikin jî hene.

Bi kurtasî, rewşeke ku ne diyare hukûmetê dewam bike yan na, li pêşberî me ye. Her weha, bi îstifakirina hukûmetê yan jî bi hilbijartinên nû re derketina hukûmeteke nû, wê çiqasî serketî be ne diyar. Sedema herî mezin a ku Kurd di vî warî de kiriye du perçe jî, ev ne diyarî ye. 

Kurdên li Tirkiyê ji avabûna komarê û vir ve, ji bo xweserî û bikaranîna zimanê Kurdî li ber xwe didin. Ev daxwaz ji bo hia dewleteke serbixwe ji bo hina jî xweseriyeke bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, tê qebûlkirin. Çavkaniya vî şerî, ji netewperestiya Tirk a yekpareyî ya Mûstafa Kemal Ataturk tê. Ataturk û şopdarên wî bi biryardarî îddîa kirin ku li Tirkiyê ji bilî Tirkan kes tineye. "Jet" a Ataturk ji bo Kurdan kir jî; ew weke "Tirkên Çiyayî" bi nav kir, ne ji bo wan û ne jî ji bo zimanê wan tiştek ne kir.

Kurd li welatên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê yên cîranê hev dijîn. Lê herî zêde li Tirkiyê dijîn. Kurd, di nava 40 salên dawî de bi lîderiya Abdullah Ocalan û bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê xwe bi rêxistin kirine. Ev tevger, ji bo armancên xwe bi ser bixe, çalakiyên leşkerî kir. Li hemberî vê jî hukûmeta Tirk û bi taybetî jî artêşa Tirk bi bêrehmî şer kir û PKK weke organîzasyoneke "terorîst" îlan kir.

Di sala 1999'an de bi alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re, hukûmeta Tirk Ocalan ji Kenyayê revand. Ocalan bi xayitiya welêt tewambar kirin û cezayê mirinê lê birrîn. Ev cezayê mirinê, bi awayekî de fakto veguherî cezayê heta dawiya temen di girtîgehê de bimînê û Ocalan li girtîgeha giravake dûr a pêwendiya xwe bi tiştekî nîne, hat bicih kirin. Di salên dawî de di pozîsyonên AKP û PKK'ê (hînê Ocalan weke lîder dibîne) guhertin çê bûn. Bi taybetî PKK êdî ne partiyeke Marksîst-Leninîst e, bawer e ku êdî çek bêdeng bibe û xebatên dîplomasiyê were meşandin.

Niha nîqaş û diyalogekeke ku di navbera du partiyan de ya li hevkirinê ya ku dikare ev pevçûn bi dawî bibe mijara gotinê ye. PKK’ê bi şertê ku beramberî daxwazên wekê serbestberdana Ocalan, xweserî, mafê ziman de, pêngav bê avêtin çek danî û diyar kir ku ew ji bo jiyaneke normal a siyasî ya li Tirkiyeyê amade ne. Niha xuyaye ku, hikûmeta AKP’ê fêm kiriye ku serkeftineke leşkerî ne mumkune û li hemberî vê lihevkirinê erênî nêz dibe.

Niha astengiya herîm ezin jî gumanên kur yên li hemberî hevin. Her du alî jî naxwazin beriya aliyê din çekan deyne. Di pêngava derbasbûnê de sererastkirinên nû çawa çêdibe, bi awayekî divê bê nîqaşkirin. Pirsgirêka herî mezin ya bo her du partiyan, dixwazin bawer bin ku alî vî karî qebûl dikin an na. Erdogan, bi baskekî AKP’ê pirsgirêkan dijî û Ocalan jî (muhtemel kêmtir) ji hinek hêmayên PKK’ê pirsgirêkan dijî.

Di navgîniya xesas ya van nîqaşan de serhildana Taksîmê deng dan. Di vê nokteyê de dualîbûna kurdan mijara gotinê ye. Wisa xuyaye ku, tenê du kom ji bo pêşniyara çareseriya ya bo daxwazên kurdan hatiye pêşniyarkirin, bi sempatî dinêre. Yek Erdogan û alîgirên wî, yê din jî aliyê çepgirên sekulerin. Komên din yên Taksîmê, li dijî lihevkirina nû ya li hemberî kurdane.

Ji ber vê jî wek tevgera kurd di alî polîtîk de divê çi bê kirin? Bi taybet mîlîtanên kurd yên li Stenbol û bajarên din tevli çalakiyandibin hene. Lê PKK bi awayekî baldar, der barê serhildanê de îfadeyekê bikarnayen. Li Amedê, li bajarê herî mezin yê kurdan hejmara protestovanan pir kêm e.Wisa xuyaye qurbaniyên herî mezin yên serhildana dij-otorîter ya Tirkiyeyê dê kurd bin.

Immanuel Wallerstein -15’ê Haziranê 2013