'Tîpa F ya Tekîrdagê Gûantanamo ya Tirkiyê ye'

'Tîpa F ya Tekîrdagê Gûantanamo ya Tirkiyê ye'

Mehkûmên li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ji pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê gazinan dikin û girtîgehê weke "Gûantanamo ya Tirkiyê" bi nav dikin. 

Mehmet Akdemîr ê li Girtîgeha Tîpa F ya bi hejmara 2. a Tekîrdagê tê ragirtin ji rojnameya Cûmhûriyetê re nameyek şand û diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên rêveberiya girtîgehê didin "veguherîne polîtîkaya şewitandina înfazê."

Akdemîr ragihand ku girtîgeh ji aliyê girtiyên edlî ve weke "Gûantanamo ya Tirkiyê" tê binavkirin û ragihandin ku yên ji heman dozê tên darizandin li cihên cuda tên ragirtin, bi vî rengî têkiliya wan a li gel ve tê qutkirin, ev kesên mijara gotinê ji ber ku li blokêncuda tên ragirtin bi rêya PTT xwe digihînin hev û di ser de jî rêveberiya girtîgehê vê yekê jî asteng dike.

Akdemîr diyar kir ku kabînên hevdîtinê yên ji camê ku di dema hevdîtina li gel parêzeran li girtîgehên Kirikkale û Sîncanê tên bikaranîn, ev demeke li Tekîrdagê jî tên çêkirin û anî ziman ku ev pêkanîn mafê parastinê asteng dike û mahremiyeta parêzer-muwekîl ji holê radike.

DI BINPÊKIRINAN DE DI RÊZA YEKEMÎN DE YE

Li Girtîgeha Tekîrdagê çend hefte beriya niha, rêveberiya girtîgehê qedexe kiribû ku girtiyek zêdeyî 10 pirtûkan li gel xwe bihele û îdîa kiribû ku girtî pirtûkan ji bo xwe bişewitînin, dikarin bikar bînin. Girtîgeh bi îşkence, pêkanînên xirab, cezayen dîsîplînê yên kêfî, her di rojevê de ye.