Tîmtîk bi saetan e di ambûlansê de tê ragirtin

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku 170 roj in piştî greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê kiribû, bi darê zorê ew anîbûn Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê. Tîmtîk li ber nexweşxaneyê di ambûlansê de tê ragirtin.

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku 170 roj in piştî greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê kiribû û saziya Tipa Edlî rapor dabûyê ku divê ew di girtîgehê de nemîne, bi darê zorê ew anîn Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê. Tîmtîk li ber nexweşxaneyê di ambûlansê de tê ragirtin.

Parêzera wê Ayşegul Çagatay diyar kir ku tevî jendirme û polîsên şaxa siyasî Tîmtîk anîne nexweşxaneyê û ligel ku wan xwestine agahiyan werbigirin jî, tu kesî agahî nedane wan.