Tîllerson: Şîdeta Tirkan nayê qebûlkirin
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson têkildarî fermana Erdogan a ku dibêje êrîşî çalakvanan bike axivî û got:“Şîdeta Tirkan bi awayê basît nayê qebûlkirin.”
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson têkildarî fermana Erdogan a ku dibêje êrîşî çalakvanan bike axivî û got:“Şîdeta Tirkan bi awayê basît nayê qebûlkirin.”
Têkildarî fermanên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a ku di serdana wî ya di 16’ê Gulanê de ji parêzvanan xwe re dibêje êrîşî çalakvanan bike, Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson got: “Şîdeta Tirkan bi awayê basît nayê qebûlkirin.”
Tîllerson di bernameyeke Fox Newsê de ji êrîşa bi fermana Erdogan re got: “Şîdeta Tirkan” û diyar kir ku me Sefîrê Tirk Serdar Kiliç gazî Wezareta Karên Derve ya DYE’yê kiriye.
Tîllerson wiha anî ziman: “Şîdeta Tirkan bi awayê basît nayê qebûlkirin” û got: “Hê jî lêpirsîn didome. Em li benda encama vê analîzê ne. Me fikarên xwe ji Balyozxaneya Tirkiyeyê re got.”
Di serdana Erdogan a Amerîkayê de bi ferman Erdogan êrîşî çalakvanên xwepêşander hatibû kirin.
Di dîmenan de yên ku Dengê Amerîkayê (VOA) weşandiye, Erdogan di dema êrîşê de di wesayîta xwe de piçekî disekine û dûre ji fermana êrîşkirinê dide parêzvanên xwe.
Piştî analîza deng a ku Erdogan fermanm dide parêzvanên xwe, tê bihîstin ku parêzvanê wî ji parêzvanên din re dibêje: “Êrîş bikin.”