'Tifaqa Millet' zû ji hev ket

CHP, ÎYÎP û SP ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ‘Tifaqa Millet’ ava kiribûn. Ev tifaq ji hev belav bû.

CHP, ÎYÎP û SP ji bo hilbijartina di 24’ê Hezîranê de ‘Tifaqa Millet’ ava kiribûn. Vê tifaqa wan ji hev belav bû.

Seroka Giştî ya ÎYÎP’ê Meral Akşener piştî hilbijartinê, bi rayedarên partiya xwe re civiya û pêvajo nirxand. Rêveberiya ÎYÎP’ê biryar da ku, xebatên xwe tena serê xwe bidomîne.

PIŞTGIRIYA ÎDAMÊ

Sekreterê Giştî yê ÎYÎP’ê û Berdevkê Partiyê Aytûn Çiray ji îdamê jî got ku, “Di her tiştî de Destûra Bingehîn diguherînin lê dema ku mesele dibe îdam, hêdî tevdigerin. Bila berê cesaret bikin ku vê zagonê derbas bikin, piştre em dikarin nîqaş bikin.”

Çiray diyar kir ku ew ê ÎYÎP tena serê xwe xebatên xwe bidomîne.

SP: QEDIYA

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû jî got ku, “Tifaq, têkildarî hilbijartinên giştî bû. Tifaqê dema xwe temam kir.”