THY rojnameya BîrGun li hewayê sansûr kir!
THY rojnameya BîrGun li hewayê sansûr kir!
THY rojnameya BîrGun li hewayê sansûr kir!
Hat ragihandin ku şîrketa rêya hewayî ya neteweyî ya Tirkiyeyê (THY) di nav rojnameyên ku li rêwiyan belav dike de rojnameya BîrGun derxistiye. Rojnameya BîrGun têkildarî mijarê got, “Em ê jî rûja sor bidin xwendevanên xwe!”
Rojnameya BîrGun biryara THY’ê di hesabê xwe yê Twîtter de ragihand. Rojnameyê got, "Ji me re hat ragihandin ku THY, di nav rojnameyên ku dide rêwiyên xwe de BîrGun derxistiye. Em ê jî rûja sor bidin xwendevanên xwe!"
Rojnameyê di nûçeya ku di rûpela înternetê de jî cih dayê destnîşan kir ku di greva du mehan a Sendîkaya Hava-Îş de mijara ku rêveberiya THY’ê rola 'şkandina grevê' hilgirtiye di rûpelên rojnameya xwe de weşandine. Pêvajoya dozê û heyecana grevê jî di manşetên xwe de ragihandine û her wiha bal kişand ser biryara “Sansûrkirina li hewayê” ya li pêvajoya berxwedana Geziyê rast hatiye.