THÎV-ÎHD: Li Cizîrê dibe ku komkujiyeke nû ya Roboskî rû bide

Seroka THÎV'ê Fîncanci bal kişand ser birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê li benda alîkariyê ne û destnîşan kir, ku divê sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û kedê mafê xizmeta tenduristiyê bi dengekî bilind bilêv bikin.

Seroka THÎV'ê Fîncanci bal kişand ser birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê li benda alîkariyê ne û destnîşan kir, ku divê sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û kedê mafê xizmeta tenduristiyê bi dengekî bilind bilêv bikin. Serokê ÎHD'ê Turkdogan jî da xuyakirin, ku di vî warî de guman ji hikûmetê tê kirin û anî ziman, ku pêkane li Cizîrê komkujiyeke nû ya Roboskî rû bide.

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketine, ev 14 roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û ev 6 roj in agahî ji wan nayê girtin. Li vê jêrzemîna ku ji ber êrîşên hêzên dewletê birîndar lê asê mane, av jî nîne.

FÎNCANCI: MAFÊ TENDURISTIYÊ MAFÊ BINGEHÎN E

Seroka Weqfa Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûd Fîncanci ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku mafê tenduristiyê mafê bingehîn e. Fîncanci destnîşan kir, ku şert û merc çi dibin bila bibin nabe ku ev maf were astengkirin.

Fîncanci got, "Ji bo xwegihandina birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, hevalên me yên doktor ketin ser rê, lê belê nehiştin ew xwe bigihînin herêmê. Halbûkî li gorî peymanên navneteweyî, mafê xizmeta tenduristiyê nabe ku bê astengkirin û divê bi taybetî were parastin. Ev yek bi cih nayê anîn û em nikarin ji jêrzemîna mirovên birîndar lê ne agahiyan werbigirin. Diviyabû dewletê xizmeta tenduristiyê bigihanda wê derê. Îdîaya 'ewlekariya jiyanê nîne' îdîayeke rast nîne. Ji ber ku ya jiyanê ewle bike, saziyên dewletê ye. Eger dibêjin nikarin jiyanê ewle bikin, hingî ev yek bêçaretiya wan e. Ji ber ku ev 6 roj in agahî nayê girtin, em bi endîşe ne. Herî dawî me bihîstibûn ku ava wan qediya ye. Jiyana bê av gelekî zehmet e."

'DIVÊ TAVILÊ EKÎBA TENDURISTIYÊ WERE ŞANDIN'

Fîncanci bal kişand ser manîpulasyonên rayedarên AKP'ê ku îdîa dikin 'li jêrzemînê birîndar nînin' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dayîna xizmeta tenduristiyê yek ji berpirsyariyên dewletê ye. Ti kes nikare xwe bixe şûna dadgeriyê. Eger vê nakin, hingî înfaza bêdaraz dikin. Divê hemû rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî, sendîka û rêxistinên kedê, ji bo dayîna xizmeta tenduristiyê dengê xwe bilind bikin."

TURKDOGAN: MECBÛR E BERSIV JI VÊ DAXWAZÊ RE BÊ DAYÎN

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan bibîr xist, ku ji 23'ê Çileyê û vir ve ji bo rizgarkirina birîndaran wan daxwaz ji Wezareta Karên Hundir û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kirine û got, "Me ragihand ku li Cizîrê bûyereke bi vî rengî heye û divê komîsyona mafên mirovan pê re eleqedar bibe. Me daxwaza fermî kir. Di dewletên qanûn û hiqûqê de ev yek mecbûriyeteke. Mecbûre bersivê bide vê daxwazê. Dema me bang kir, me got em dikarin biçin wê derê û birîndaran werbigirin."

'OPERASYONA KUŞTINÊ DIMEŞÎNIN'

Turkdogan bal kişand ser daxuyaniyên di malpera înternetê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê de cih digirin, ku dibêjin heta niha 517 kes hatine bêbandorkirin û got, "Gelo dozger û dadgehên vî welatî nînin? Ti kes nîne ku ji wan bipirse we li gorî kîjan hiqûqê ev kirine? Eger şer be, wê çaxê vê bêjin, lê hûn vê jî nabêjin. Li gorî çi we ev yek kir? Li holê şerekî kirêt heye. Li navçeyekê di nava mehekê de kuştina 517 kesan tiştekî gelekî giran û tirsnak e. Ev operasyon ji bo kuştinê tên kirin. Ji ber ku ji bo kuştinê tên kirin, birîndar nayên rakirin."

'DIBE KU KOMKUJIYEKE NÛ YA MÎNA ROBOSKÎ LI CIZÎRÊ RÛ BIDE'

Turkdogan da xuyakirin ku rayedarên dewletê dixwazin her kesên li Cizîrê mirî bi dest bixin û got, "Navên mirovên li jêrzemînê ne hatin aşkerekirin. Rayedarek derneket û negot; li gorî lîsteya me ev nav milîtan in. Dayikên aştiyê çûn wê kolanê û gotin li wir şer nîne. Manîpulasyon pûç kirin. Li wê avahiyê delîl dikarin bên reşkirin. Hikûmet di vî warî de cihê gumanan e. Eger naxwaze di nava gumanan de bimîne, divê destûrê bide ku heyetek di demeke kurt de biçe wê derê. Dibe ku komkujiyeke nû ya Roboskî derkeve pêşiya me. Wê encamên jê girantir derxîne holê. Eger cenazeyên mirovan ji wir derkevin, ev yek wê bê wê wateyê, ku li pêş çavên her kesî komkujî hatiye kirin. Encameke bi vî rengî derkeve holê jî, mecbûre hemû rayedar werin darizandin."