Li Serêkaniyê di navbera komên çekdar û Yekîneyên Parastina (YPG) pevçûnên dijwar didomin. Komêm çekdar di pevçûnan de çekên giran bi kar tînin. Hate diyarkirin ku 11 kuştî û 50 birîndarên komên çekdar hene.
Li Serêkaniyê komên çekdar ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bûn, çekên giran mîna hewan, doşka di pevçûnan de bi kar tînin. Piraniya şer li taxên Ibrê, navenda Bazarê û riya Hesekê û Kornîşin didome.
Nûçegiyanê ANF'ê li Serêkaniyê ragihand ku 11 ji komên çekdar hatine kuştin û 50 ji wan birîndar bûne. Birîndar ên komên çekdar rakirin nexweşxaneya Serêkaniya Bakurê Kurdistanê . Her wiha hat ragihandin ku kesên ku birînên wan giranbin radikin nexweşxaneya Riha li Bakurê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve careke din ketin Rojavayê Kurdistanê ku li rastî berxwedana YPG’ê hat, neçar dimîne xwe vebikişîne.
Şer duh di navbera YPG'ê û komên çekdar ku girêdayî Newaf Raxib Elbeşîrin û ji aliyê Tirkiyeyê têne destekkirin rû da. Komên ku behsa wan tê kirin ji deriyê sînor yê di destê Tirkiyeyê de derbasî bajarê Serêkaniyê bûn. Komên çekdar dema êrîşî malên kurda kirin, rastî mudaxeleya yekîneyên YPG'ê hatin di encamê de şer derket.