Şefê polîsan ê tecawizkar doz li rojnamevanan vekir

Şefê polîsan ê tecawizkar doz li rojnamevanan vekir

Alîkarê Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetan a Polîsan a Stenbolê Sedat Selîm Ay ê ku di binçavan de jinek ciwan ku tenemê wê zarok bû tecawiz kir ku ji demboriyê sûd wegirt, bi vî awayî dosyaya wî betal bû, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê giliyê rojnamevanên derbarê wî de nûçe çêkirine kir.

Serdozgeriya Tirk daxwaznameya Ay nirxand û derbarê 23 rojnamevanên di çapemeniyên cûda de dixebitin lêpirsîn da destpêkirin.

Her çendî derbarê Selîm Ay de dosyayên ji dozên tecawiz û îşkenceyê hebn, lê ji bo Alîkariya Midûrê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetan a Polîsan a Stenbolê hat pîşandin (tayinkirin). Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekiribû û gelek rojnamevanan derbarê Ay de nûçe çêkiribûn.