Şaxa Îzmîrê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) butçeya 2013’ê ya AKP’ê protesto kir û çalakiya nîvrojê berdana kar pêkanî.
Kedkarên endamên BES’ê li ber Daîreya Bacê ya Konakê kombûn û pankartên “Ji dîktatoriya AKP’ê re bese”, “Butçeya 2013’ê; Bûtçeya Şer, Talan û Rantê ye. Pereyekî ku bimirovî mirov pê jiyan bibe, Em Dahatoyekî bi Ewle Dixwazîn”, “Ji Bûtçeya Birçîbûnê, Xizaniyê û Şer re Na! Ev Butçe Tiştekê Nagire” vekirin û dest bi meşê kirin. Kedkarên cemaweriyê di meşê de sloganên “Kar, Nan, Azadî”, “Roj dê bê, dewran dê vegere, AKP dê hesabê bide” qêriyan û li ber deriyê Sumerbanka kevin Konakê daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê Şaxa BES ya Îzmîrê Rasim Saglam daxuyanî xwend û butçeya 2013’an yaw eke ‘butçeya birçîbûn, xizantî û şer’ binav dike bi zimanekî tund rexne kir û got; “Ev butçe tiştekê nagire.”
Saglam destnîşan kir ku, butçeya sala 2013’ân ne butçeya kedkarane û xwest teqez bête paşve kişandin û li gorî kedkaran bête sererast kirin.
Piştre Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK’ê Velî Atanir jî axivî û bang kir ku, li dijî şer û rantê bi hevpar li hember hikumeta AKP’ê tekoşînê bikîn û got; “Heta em hikumeta şer û rantê AKP’ê nerûxînin dê tekoşîna me berdewam bike. Dîktatoriya AKP’ê dixwaze li ser her kesekê muxalefetê dike, her kesekê derdikeve kolana împaratoriyekî tirsê ava bike. Herî dawî êrîşî ciwanên şoreşger yên ODTU’yê kir û ev rûyê xwe careke din nîşan da. Lê belê em dixwazin li vê derê bang bikîn, ciwanên ODTU’yê bêxwedî nînin, ew zarokên me ne.”
Piştî daxuyaniyê kedkarên cemaweriyê dîlan girêdan û piştre belavbûn.