Tezkereyên dagirkeriyê li Meclîsê tên nirxandin
Tezkereyên dagirkeriyê li Meclîsê tên nirxandin
Tezkereyên dagirkeriyê li Meclîsê tên nirxandin
Tezkereyên şer ên pêşî li destwerdana Iraq û Sûriyeyê vedikin, ku desthilatdariya AKP'ê xist rojeva Meclîsê, tên nirxandin.
Tezkereyên hikûmeta AKP'ê yên bi hinceta "Rîsk û gefên ewlekariya neteweyî yên li seranserê sînorên bejahî yên başûrê Tirkiyeyê, bi qewimînên dawî re bi awayekî cidî zêde bûne" xistin rojeva Meclîsê, tên nirxandin. Li hemberî vê tezkereya dagirkeriyê ku "Di mijara gefên ji ber Sûriyeyê de rê li ber şandina leşkeran ji bo welatên biyanî vedike" HDP û CHP'ê dan xuyakirin ku ew ê dengê na bikar bînin.
AKP û MHP jî wê dengê erê bikar bîne. Eger di rûniştina li ser mijarê de dengekî zêde ji yê din bê bikaranîn, wê tezkere ji meclîsê derketibe.
Di rûniştinê de destpêkê tezkere hat xwendin. Dûre pêşniyarnameyên lêkolîna meclîsê yên HDP'ê pêşkêş kir, hatin xwendin.
Di dema xwendina pêşniyarnameyan de ji ber problema di sîstema deng de, navberek kurt hat dayîn. Li dû navberê jî rûniştinê dewam kir.