Teyrê Sîmir û Meşa Gerîla

Teyrê Sîmir û Meşa Gerîla

Meşa gerîla ya demokrasî û azadiyê ji aliyê herkesê ve bi baldarî tê şopandin. Hem meşa rêvîtiyê û hem jî meşa azadiyî bi berdelê pir giran tên berdevamkirin. Gerîla hertim li dû îdealên xwe, carna çû nuqteya herî pêş carna jî vegeriya nuqteyên herî paş. Yên ku gerîla ji derve ve şopandin, li hemberî vê tevgerê matmayî man. Kalekî ji Başûrê Kurdistanê dixwest fêm bike 'ka çima ev heval geh diçin geh jî tên."

Emê behsa rêwîtiyeke li gel gerîla bikin. Sal 2010, mehên havînê pêvajoyeke dijwarbûna şer bû. Gerîla jî ji bo pêvajoya heyî veguherîne rewşeke siyasî û demokratîk, timî bi pêş ve dimeşiya. Ji bo vê meşê bişopînin, gir bi gir, newal bi newal beziyam. Di vê beza xwe de ez li ewçend bûyer û çîrokan rast hatim ku gava lê vedigerim û tînim bîra xwe, hîn bêtir fêm dikim ku min yek ji kêliyên dîrokî jiyaye. Dema ku mirov hîn bêtir nêzî gerîla dibe yan jî bi gerîla re dixebite, hîn bêtir fêm dike ka gerîla ji bo civak û dîroka Kurdistanê çiqasî girînge û nirxên çiqasî giranbuha derxistiye holê. Yên ku ev aliyê gerîla nizanin, her tim weke hêzeke çekdarî dîtine. Lê di rastiya gerîla de çek, dibe ku cihê herî biçûk ê şer digire.

Divê wer gotin ku şerê herî girîng û zehmet, şerê kesayetî, vîn û baweriyê ye. Gerîla di nava bêhevsengiyeke bêhempa ya hêzê, ku li cîhanê mînaka wê gelekî kêm tê dîtin, têdikoşe. Ev têkoşîn ne xwe dispêre teknîkê ne jî çek û nirxên madî. Siparteya yekane ya vê, vîna mirovan e. Faktorên din, ji bo tevgerakirina vê vînê, bi tenê weke navgînan tên bikaranîn.

Rêwiyên azadiyê yên rê û çiyayên Kurdistanê derbas dikin, mîrateya berxwedanê ya dîrokê ji xwe re dikin rêber û bi berxwedanên xwe yên destanî, dîroka efsaneyan ji nifşên pêşerojê re dihêlin. Têkoşîna azadiyê ya ku tişta herî neyînî erênî dike, di şertên herî giran de ji bo gelê Kurd rêya pêşketinê vedike, xwe ji xweliyên xwe ava kir û sirên her qadên pêlê dike, dilê xwe de hildigire.

Ji ber van taybetmendiyên xwe, di nava gel de weke yên têk naçin, winda nakin, serî natewînin tên naskirin. Kadroyên tevgera PKK'ê ku ji bilî baweriya wan ti çekeke wan nîne, li zîndanan, li çiyê û li metropolan, di bîr, bawerî û mejiyan de weke mirovên mînakdar cih girtin.

Ew çûn cihên ku ti kes nikarin biçin û ew der kirin qada jiyanê. Ji ber vê yekê herî zêde ew gihaştin encama nepenîtiya çiyê. Çîrokên wan jî herî zêde, ew dizanin.

Xelîlê Çiyê yan jî Çiyayê Xelîl, ji bo vê meşa efsanewî resim bike ji Cûdî heta Araratê, şiverê, bircên çiyê ji xwe re kir şûnwar. Kî dizane, dê di encama vê meşê de çi çîrok binivîsandibûya, senaryoyen kîjan fîlman derxista holê. Yan jî di romanên bihata nivîsandin de kîjan karekter bibûya lehengê romanê.

Ji bo em vê kevneşopiyê bidomînin, em jî ketin ser rêya Araratê. Li ser bingeheke ku Şîlan (Ayfer Serçe) gihaşt axa pîroz, em bi gerîlayên efsaneyên hatine jiyîn nûjen dikin re, çiyayên herî dijwar derbas dikin, li zozanên bêdawî yên Serhedê şopa jiyanê dişopînin.

Ji bo vê yekê, me hêviyên xwe li çenteyên xwe bicih kirin û em bi gerîla re ketin ser rê. Dema behsa wan yanî meşvanên azadiyê yên Kurdistanê tê kirin, dîroka ji agir û berxwedana ji tinebûnê vegera li hebûnê, tê destnîşankirin. Li gel hemû berdêlan, taybetmendiya herî girîng a meşê, siparteya wê ya vîn û baweriyê ye.

Lewma dişibin Teyrên Sîmir. Kurd, ji bo dîrok, çand û nasnameya xwe ji nû ve qezenç bikin, di şert û mercên herî dijwar û giran de neçar man têbikoşin.

Di vê çîroka bi mijara Teyrên Sîmir de şervanên azadiyê yên Kurd şerê vînê didin û tişt nabe veguherandin bûyînê. Efsaneya Sîmirê vî şerê vînê ji xwe re dike mijar.

Ev 12 roj in, li gel hêzên gerîla me xwe gihandine nuqteya çîroka bi navê qeleha spî lê tê vegotin. Li pêş me ewçend rêyên dirêj hebûn, lê li derveyî vîna me ji ber şert û mercan em asê mabûn. Piştî rêyeke şevekê me yê xwe bigihanda Bajerge ji wir jî piştî hefteyekê xwe bigihanda nuqteya gerîla. 

Par dema em ji Herêmên Parastinê yên Medyayê veqetiyan, hewayeke aram hebû. Hingî êrîşên hewayî jî kêm bûbûn. Lê dema em derbasî Rojhilat bûn, vê carê êrîş û zextên dewleta Îranê zêde bûbûn. Em li ser rê rastî Fermandarê Eyaleta Kelereş Şavaş hatin. Di sohbeteke kurt de ji me re got, "Îranê li hemberî her kesî agirbest îlan kir, lê li dijî me şer îlan kiriye." Weke kom piştî ku em gihaştin Dembatê, bi topan herêma em lê bûn dihat bombekirin. Em timî li firîna balafirên şer rast tên. Destpêkê mîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê me refleks nîşanî firîna balafiran dan, lê piştre em hîn bûn. Di ser de, me navbera deng û dîmenê wan, bi nêrîna çavan tespît dikirin.

MÊVANDARIYA LI WARGEHA TEYRÊ SÎMIR

Li cihê xwe yê nû ku 12 rojan em lê ne, ji bilî karên rûtîn ên rojane gir, av, mitfax, em dema xwe bi xwendin û şopandina pêşveçûnan derbas dikin. Eger bûyereke neyînî neqewime, emê sibê êvarê ji nû ve têkevin ser rê.

Demeke kurt beriya êvarê, demsalên ku hevsengiya xwe winda kirine, tevî ku havîn jî bû mîna duh dîsa baraneke dijwar û zîpik bariya. Ji ber ku birûskan bi dijwarî li tehtên jorî me dixistin, em neçar dimînin cîhaza xwe ya ragihandinê bigirin. Ji bo sohbetê em li cem Berxwedan ê li nobedê rûdinên. Lê belê ew zêde nikare xwe bigire û dest bi daketina jêrê dike. Ez dizanim ku ev hewa dîmenên rewşedar diafirîne. Ji ber vê yekê, tevî ku dizanim ezê şil bibim jî, ji bo wergirtina dîmenekî ez xwe diavêjim binê tehtekî û li benda kêmbûn baranê disekinim. Birûska li jorê me xist, mîna teqemeniyekê bandora xwe li nêzî me jî kir. Ji ber teqîna dijwar û dengê ji ber wê, me refleksek bê îradeya xwe nîşan dan. Ji ber ku di kêliyên bi vî rengî de jî moral û coşa gerîla dewam dike, baran û birûskên dijwar jî bûn mijara heneka "kêm mabû nuqte bi navê me bihata bîranîn". Berxwedan dibêje divê ev roj were nivîsandin û ji bo sernavê wê jî gotina "Mêvandariya li wargeha Teyrê Sîmir" bikar tîne. Jê dipirsim, ka Sîmûrg çiye. Jê re dibêjim; em vê sernavê bikar bînin lê yên bixwînin divê bizanibin ka wateya vê çiye. Dibêje temam. Hingî dibêje, em çîroka wê binivîsînin.

ÇÎROKA TEYRÊ SÎMIR

Dibêje, 'Teyrê Sîmir di zimanê Aramî de tê wateya 30 çûkan' û wiha dewam dike; "Hemû çûk pirsgirêkek dijiyan. Yekane çûka pirsgirêkên wan hal bikira Teyrê mezin ê Sîmir bû. Teyrê Sîmir zanyarê herî mezin ê çûkan e. Hemû çûk li gorî biryarên wî tevdigere, bi pîvanên wî re dilsoz in. Çûk li hev dikin ku pirsgirêka wan a dawî jî dê Teyrê Sîmir çareser bike. Ji bilî wê dê ti çûk nikaribe pirsgirêka wan çareser bike. Wî dikarî pirsgirêka heyî çareser bikira. Başe Sîmir ê ku xwedî hêza çareseriya pirsgirêkan, gotina wî vîna qanûnê bû, kî bû? çawa bû, cihê wî ku bû? Hemû çûk li hev dikin ku bi lêgerînê dê bersivê ji van pirsan re bibînin û dikevin rê.

TEYRÊ SÎMIR LI CIHÊ HERÎ BILIND Ê MEZOPOTAMYAYÊ DIJIYA

Teyrê Sîmir hêza çareseriya pirsgirêkan, parêzerê qanûnan. Çûk ref bi ref firiyan, ji hemû çûkên lê rast hatin cihê Teyrê Sîmir pirsîn. Çûkan demeke dirêj li Teyrê Sîmir geriyan. Taliyê çek ji çûkên herî pîr û zane ji çûkan re behsa efsaneya ku Teyrê Sîmir li girê herî bilind ê cîhanê dijî, kir. Çûkên ku ji lêgerînê betilî bûn, bi vê çîrokê re hinekî bêhn stendin. Başe, ev gir ku der e, dê çawa xwe bigihêjînin vî girî.

Li gorî efsaneya çûkên zane vegotin, ev girê herî bilind ê cîhanê girê herî bilind ê erdnîgariya Mezopotamya bû.

Ew çiyayê Teyrê Sîmir lê dijiya ewçend bilind bû, bi qasî heft qatê cîhanê bû. Ji ber vê yekê tê gotin, yên ji bo dîtina Teyrê Sîmir ketine rê di ezmûneke vînê de derbas bûne, gelek ji wan ji ber qelsiya baweriyê di rê de ketine û telef bûne. 

Çûkan ew çend bawer kiriye ku tenê Teyrê Sîmir dikare pirsgirêkan çareser bike, bêy kû zehmetiyên rê bigirin ber çav, her qetekî weke ezmûnekî dibînin û ji bo bi firine heft qatên ezman biryara hemû çûkên ku ketine rê bi şêweyekî kerî bifirin dane. Rê şerekî îradeyê ye, çûk wê di dawiya rêya dirêj de bikarin Teyrê Sîmir bibînin. Lê çewan? Wê kîjan bedelan bikin? Wê li rastî zehmetiyên çewan bên û çewan wan derbaz bikin û piştre bigehine armanca xwe ew jî ne diyare.

Çûkên ku ji bo dîtina Teyrê Sîmir ketine rê ber bi tebeqa yekê ve dest bi vekirina çengên xwe kirin û serî li hember hemû westan û zoriyên bibînin rakirine. Ev zehmetiyane ezmûna wan yêkeme. Di vê ezmûna yekem de wê çûkên ku îrade û baweriya wan lewaz bê îrade mene û li hemberî lewaziyên xwe nekarîne bisekinin û ji kerî veqetiyane.

Rêya gihaştina Teyrê Sîmir bi zehmetiyan tejî ye. Weke tebeqa yêkem ya ezman, çûk neçarin di tebeqa duyem de jî li hember zehmetiyan li ber xwe bidin. Yên ku nekarine vê tebeqê derbas bikin, paşda mane û ji kerî veqetiyane. Li pêş çûkan rêyekî pişt dide îradeyê heye. Heya ku çûk digihên tebeqa heftê gelek çûk ji kerî veqetiyane û winda bûne. Dema ku digehine tebeqa heftê ya ezman ji keriyê çûkan tenê 30 çûk mane. Evna yên ku li pêşberî hemû zûriyan serî ne tewandine û li hemberî wan zehmetiyan têkoşiyane. Bawerî û îradeya xwe li hember hemû zehmetiyan bi ser xistine û rêya xwe berdewam kirine.

Çiyayê ku bi qasî ezmanan bilind 30 çûkên ku gihiştinê serê wan her yek bi aliyekî ve belav bûn û bi rojan bêy rawestîn li Teyrê Sîmir geriyane lê belê bi ti şêweyî nekarîne peyda bikin.

DI NAVA KOMA GIHAŞT TEYRÊ SÎMIR DE 30 ÇÛK

Çûkên ku piştî demekî dirêj li gerîna Teyrê Sîmir bê taqet û westiyan, hatine li gel hev û danûstandinekî ramanê kirin. Weke rêwîtiya wan a piştî nîqaşekî dem dirêj, di rastiyê de Teyrê Sîmir ê ku lê digeriyan zorî û zehmetiyên ku di rê de derbas kirine. Di dawiyê de digehîne wê zanînê ku ji her 30 çûkên ku li dijî hemû zorî û astengiyan xwe gihandine serê van çiyayên herî bilind, her yek ji wan Teyrê Sîmir in. 

Di bîranîna ku serpêhatiya me lê derbas dibe li herêmê cihekî ku herî bilinde. Di hemû demê de ji çiya îrade, bawerî û hêzekî girêdayî baweriyê afirandiye û bi afirandina xwe tê zanîn. Di zayina hemû olan de warê wan pişt dide çiya û eleqeya wê ya zêde. Zanyarî û baweriya xûdayî li ser fikirîna zêde ya di çiyan de derketiye holê. Zarokên rojê û agirî yê ku ji bo baweriya xwe çiya ji xwe re kirine war, dibe ku her yek ji wan Teyrê Sîmir be? Hûn çi dibêjin?