Tevlîbûna Tirkiyeyê ya li tetbîqata NATO'yê bûye cihê nerazîbûnan

Nerazîbûna li dijî tevlîbûna Tirkiyeyê ya li tetbîqata NATO'ê ya li Derya Baltikê zêde dibe. Rêxistinên aştiyê li ber tevlîbûna Tirkiye û DYE'yê radibin. Parlamenter Amîneh Kakabaveh mijar xist rojeva parlamentê.

Welatên hevpeymanên NATO'yê û Baltops 20 a pirnetewe (Baltic operations) di navbera 7 û 19'ê Hezîranê de li Derya Baltikê tatbîqatê dikin. Rêxistinên aştiyê ji tevlîbûna Tirkiye û DYE'yê nerazî ne.

Tevgera Aştiyê ya Swêdê tevlîbûna dewletên DYE û Tirkiyeyê ya li tatbîqata leşkerî ya hevpar şermezar kir. Tevgerê ragihand ku ev tatbîqat û yên bi vî rengî li dijî serxwebûna Swêdê ye û têkiliya navbera dewletên herî êrişkar xurt dikin.

'TIRKIYE BI DÎKTATORIYÊ TÊ BIRÊVEBIRIN'

Parlamenter Amîneh Kakabaveh jî bi daxuyaniyekê pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kir û mijar xist rojevê.

Kakabaveh diyar kir ku Tirkiye veguheriye welatekî ku ji aliyê dîktatoriya şexsekî ve tê birêvebirin û rêveberên partiyên mûxalefetê bi sûcdariyên bêbingeh tên cezakirin.

Kakabaveh ji Wezîrê Parastinê Peter Hûltqvîst pirsî ku ji bo astengkirina Tirkiyeyê ya li tatbîqatê wê çi bike.