Tevî gefên Tirkiyeyê wê li Qibrisê li gaza xwezayî bigerin
Kargeha ExxomMobîl a Amerîkî tevî gefên Tirkiyeyê bibiryar e ku xebatên xwe yên lêgerîn û derxistina gaza xwezayî ya li derdorî Qibrisê bidomîne.
Kargeha ExxomMobîl a Amerîkî tevî gefên Tirkiyeyê bibiryar e ku xebatên xwe yên lêgerîn û derxistina gaza xwezayî ya li derdorî Qibrisê bidomîne.
Hikûmeta AKP’ê bikaranîna mafê serweriyê gef û ‘hişyarî’ dabû kargehên ku gaza xwezayî a li dersorî giravê derbixin dabû Qibris a ku derfet daye ku petrol û gaza xwezayî ya li ser axa xwe bê derxistin.
Alîkarê Serokê karkegeha Exxon Mobîl a Amerîkî Neîl Chapan ê li gel Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastasîades hevdîtin kir, ragihand ku xebatên froj ên gaza xwezayî wê di çariya dawî ya vê salê de dewam bikin. Chapman diyar kir ku xebatên îsal wê li herêma ‘biloka 10’an’ a li Qibirsê ku hatiye binavkirin li xwe bigire.
GEFÊN TIRKIYEYÊ
Tirkiye li derdora Qibris a ku bakurê wê dagir kiriye, ji bo derxistin û lêgerîna gaza xwezayî ya li gelek deveran di nava hefteyê de bi gelek şirketan re hevdîtin kir.
Roja Çarşemê Hikûmeta Qibrisê bang li kargehên Fransî ya Total, Enî ya Îtalya û ExxonMobîl a Amerîkî kiribûn, li devera ‘Bloka 7’ daxwazkiribû ku tevlî foranjên gaza xwezayî bibin.
Hikûmeta AKP’ê jî bi hinceta herêma mijara gotinê ye dikeve sînorê wan ên navneteweyî, gef li kargehên ku li gaza xwezayî bigerin xwaribû.