Tevî astengiyan meşa ji Colemêrgê dest pê kirî didome

Yek ji baskên meşa ber bi Amedê ve meşa ji Colemêrgê ye, tevî hemû astengiyan meşa Colemêrgê didome.

Partiya Demokratîk a Gelan bi armanca ku piştgirîdayîna çalakgerên gereva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 15 bajaran di 15'ê Sibatê û 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bimeşin Amedê.

Baskê meşê yê Colemêrgê bi êrîş û astengiyên polîsan destpê kir. Danê nîvro polîsan gelek kes destgîr kirin û piştî destgîrkirina meşê dewam kir.

Parlamenter Saît Dede û Salîha Aydenîz ku ji Colemêrgê ketibûn rê gihiştin navçeya Wan Elbakê. Her du parlamenter li Elbakê ji wesayîtan hatin xwar û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Tê payîn ku Dede û Aydenîz saetên şevê bigihijin Wanê.