Li Colemêrgê polîsan êrîşî gireseyê kirin

Li Colemêrgê polîsan êrîş bire ser girseya ku bi wesîleya roja 100’emîn a greva birçîbûnê ya hevseroka KCD'ê Leyla Guven dimeşiyan. Polîsên Tirk xwe li ber meşa girseyê rangertî li ser ser gel teror barand û gelek kes destgîr kirin.

Endam û rêveberên HDP'ê yên xwestin ji bo 100'emîn roja çalakiya hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Colemêrgê bimeşin Amedê, hatin astengkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan bi armanca ku ji gelek bajarên Kurdistanê di 15'ê Sibatê û 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bimeşin Amedê. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 97 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwestin ji bo roja 100'emîm ji Colemêrgê bimeşin Amedê. HDP'ê bi dirûşmeya "Ji bo şikandina tecrîdê, di Roja 100'emîn de ber bi Leylayê ve bimeşin" plan kirin ku ji 15 bajaran bimeşin Amedê. Endam û rêveberên HDP'ê yên Colemêrgê ku xwestin dest bi meşê bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Beriya meşê polîsan li gelek cihên bajêr rê girtin. Koma ku di nav de Parlamenterên HDP'ê Sait Dede, Salîha Aydeniz, hevserokên HDP ên Colemêrgê Sinan Kaya û Zeynep Kaya, Namzetên hevşaredariyê Cihan Kahraman û Seher Kadiroglu Ataş, Namzetên hevşaredariya Çelê, Hêvidar Ertunç û Ebubekir Kana, endam û rêveberên HDP'ê jî di nav de dema ji avahiya HDP'ê derketin rastî astengiya polîsan hatin.

Parlamenetrên HDP'ê bertek nîşanî astengiyê dan û dest bi meşê kirin. Vê carê polîsan li pêş parlamenterên HDP'ê Dede Aydeniz û rêveberên HDP'ê bend danî û destûr nedan meşê. Dema komê di meşê de israr kir polîsan mudaxale kir. Di mudaxaleyê de polîsan hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sinan Kaya, Namzetê hevşaredariya Çelê Abubekir Kanar û dîsa welatiyên bi navê Emine Armut, Hasan Engin, Emin Ertuş, Kenan Kaya û gelek kesên din destgîr kir.

Dorpêçkirina koma ku di navde Aydeniz û Dede heye berdewam dike.