Tevgerên gel wê ji bo Iraqê bi xêr bin

Kurd bi demokratîkbûna Iraqê û bi pêşketina demokrasiya herêmî wê karibin li Iraqê di asta herî pêşketî û baş de mafên xwe bi dest bixin.

Li Iraqê gel ji ber elektrîk û sedemên cuda li eyaleta Basrayê rabû ser piyan. Ji ku ber ku ev dever herêma Şîa ye, xwepêşandanan hîn bêhtir bal kişandin. Em baş nizanin bê bandora hêzên derve heye yan na. Lê belê eger pirsgirêkên navxweyî nebin, zehmet e ku tevgerên bi vî rengî yên gel rû bidin. Li welatên ne demokratîk, ji bo tepisandina tevgerên bi vî rengî pirsgirêkên navxweyî bi hêzên derve ve tên girêdan û ev yek weke argûmanekê tê bikaranîn. Lewam divê xwepêşandanên protestoyî û çalakiyên gel weke nîşaneya rêveberiyeke nebaş a Iraqê û daxwaza gel a demokrasiyê bê dîtin.

Iraq ji aliyekî ve dixwaze xwe ji sîstema siyasî ya depot û otorîter rizgar bike, li aliyê din rêveberiya navendîparêz û otorîter tam nayê terikandin. Ev yek eşkere ye; piştî ku Saddam Huseyîn hate têkbirin, li Iraqê aktor û dînamîkên nû yên siyasî derketin holê. Bi vî rengî ji ıraqeke ku bi yek polîtîka û yek zîhniyetê hate dûrketin. Ev yek ji bo dîroka siyasî ya Iraqê rewşeke erênî ye. Dînamîkên polîtîk, zîhniyet, meyl û îdeolojiyên cuda ne tenê li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê jî derketin holê. Ev yek pêşketineke gelekî girîng e. Derketina dînamîkên siyasî, civakî û îdeolojîk ên cuda, ji bo demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê di asta dîrokî de divê girîng bê dîtin.

Berê li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyeke siyasî hebû ku tenê PDK û YNK lê serdest bû. Tevî ku YNK weke dînamîzm û meyleke demokratîk a ji PDK'ê cudatir derkete holê û li Başûrê Kurdistanê bi roleke erênî rabû jî, piştî ku bû xwedî hin derfetan û desthilatdarî parve kir, hinekî şibiya PDK'ê. Tevî ku bingeha wê ya civakî hîn jî xwedî dînamîkeke demokratîk jî ye, derfet û desthilatdariyê kir ku YNK bi mejiyê otorîter û rêveberiya navendî tevbigere. Di nava xwe de nêzîkatiyên cuda hebin jî xwedî vê karakterê ye. Ji xwe nêzîkbûna li PDK'ê jî vê rastiyê radixe pêş çavan. Girîng e meylên cuda yên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê derketine holê weke êş û meyla demokratîkbûnê ya li nava civakê bên dîtin.

Meylên siyasî û zîhniyeta îdeolojîk ên cuda ne tenê li gelemperiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, li Êzîdxanê jî derkete holê. Êrîşa qirkirinê ya 3'ê Tebaxa 2014'an a DAÎŞ'ê, ji bo Şengalê bû destpêka serdemeke nû. Êzidî di bin bandora PDK an jî hikumeta navendî de bûn. Meyleke siyasî ya li dereyî vê yekê ne pêkan bû. Piştî ku gerîlayên HPG-YJA Starê 3'ê Tebaxê dest li Şengalê werdan, Êzidiyên li Êzîdxanê nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kirin. Ya rast, Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê, Ewropayê, Rûsya, Ermenîstanê û Rojavayê Kurdistanê nêrînên Rêberê PKK'ê nas dikirn. Zanîbûn ku Êzidî ji bo vî Rêbertî çiqasî hêja ne. Êzidiyên li Şengalê, Şêxan û derdora wê jî nêrînên PKK û Rêberê wê nas kirin. Piştî ku li dijî qirkirina 3'ê Tebaxê bûn mertal, Êzidiyan baş dîtin ku nêrîn û polîtîkayên Rêberê PKK'ê ji bo wan tê wateya jiyana azad û demokratîk. Ji vî alî ve dînamîzmeke girîng a demokratîk derketeh olê. Ev yek dihate wateya guhertina çarenûsa tarî ya Êzidiyan.

Pêwîste tevgerên gel ên li Iraqê weke encameke xwezayî ya pêvajoya demokratîkbûnê ku bi dînamîkên nû yên siyasî derketine holê were dîtin. Ev tevgerên gel wê ji bo Iraqê bi xêr be, encamên baş derxîne holê. Iraq wê bi vê pêvajoya demokratîkbûnê xurt bibe. Yekîtiya Iraqê wê demokratîk bibe. Ji ber ku heta demokratîk nebe û rêveberî bi gel re nebe yek, nikare îrade û daxwazên gel bi rê ve bibe. Ev yek jî dike ku rêveberî veguherin rêveberiyên li derveyî daxwazên gel. Lê belê demokratîkbûn pêşî li teqînên wiha digire. Ya rast, dema ku gel ji rêveberiyê ne dûr be, çareseriya pirsgirêkan jî di dema xwe de dibe. Eger li Iraqê Şîa ewqasî ne razî ye, hingî nerazîbûna Sûniyan zêdetir e. Ji ber ku rêveberiya li Iraqê hîn nebûye rêveberiyeke ku karibe bi civaka Sûnî re bibe yek. Ji xwe heta ku ev yek neyê kirin, nepêkane ku li Iraqê aştî û aramî pêk were. Lewma demokratîkbûn û pêşvebirina demokrasiya herêmî yekane çare ye ji bo Iraqê.

Pirsgirêkên li Iraqê bi avakirina dewletên cuda çareser nabin. Me dît ku bi referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê re gava ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî encameke çawa derxist holê. Kurd bi demokratîkbûna Iraqê û bi pêşketina demokrasiya herêmî wê karibin li Iraqê di asta herî pêşketî û baş de mafên xwe bi dest bixin. Bandora Kurdan a li herêmên cihê nîqaşê ancax bi demokratîkbûnê zêde bibe. Ji bo Êzîdxanê çareserî demokratîkbûna Iraqê û xweseriya Êzidiyan e. Demokrasiya herêmî tê wateya xweseriya cudahiyan e. Lewma Êzidî dikarin li Êzîdxanê demokratîkbûnê biafirînin, demokrasiyê, yanî xweseriya demokratîk bi pêş ve bibin û bi vî rengî di demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê de bi rola xwe rabin. Ya rast, herêma herî demokratîk a niha ya li Iraqê Şengal e. Eger Şengal vê demokratîkbûnê berfirehtir û kûrtir bike, wê veguhere dînamîka bingehîn a demokrasiyê ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê.

Lê belê civaka demokratîk û saziyên li Şengalê hîn haya xwe bi têrkerî ji rola xwe ya dîrokî ya ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê nînin. Pêşketina xwe bi nêzîkbûneke teng dinirxînin. Lewma nikarin encam û bandora guhertina mezin a li Şengalê bibînin. Nêzîkatiya 'me çi girt, me çi da' heye. Hîn jî bi nêrîna 'Iraqê ya jî hêzek din çi da me, wê çi bide me' dinerin. Nêzîkatiya bi nêrîna 'şoreşa me ya demokratîk û rêxistinbûna me ya demokratîk çi afirand, wê çi biafirîne, wê çi bi dest bixe' kêm e. Lê belê pêşketina li Şengalê û Êzîdxanê wê di demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê de rola xwe bilîzin.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA