Tevgereke leşkerî ya awerte li sînor heye
Tevgereke leşkerî ya awerte li sînor heye
Tevgereke leşkerî ya awerte li sînor heye
Tirkiyeya ku ev 3 hefte ne li hember pêşveçûnên li Kobanê rû didin temaşevan ma, piştî tehdîda zêde ya DAIŞ li sînorê Kobanê tedbîrên awerte girtin.
Tirkiye danê sibehê bi, dehan tank li girên li hember Kantona Kobanê bi cih kirin, dîsa di tevahiya guzergehê de bataryayên fuzeyan, obus, tank û çekên giran bi cih kirin. Tirkiye ji bo çekan ku çeperan dikole, berê obus û çekên giran dane Kobanê.
Di vê navberê de ji ber ku êrîşên çeteyên DAIŞ zêde bûn gundê Etmanîka biçûk û Etmanîka Mezin hatin valakirin.
Di tevahiya xetê de ku tedbîrên zêde hatine girtin, Kobaniyên ji wan deran hatine tehliyekirin bi kamyonan tên neqilkirin. Berxwedêrên sivîl ên ji Etmanîk hatin derxistin li eraziyên pişt gundan çalakiyên xwe didomînin.
Li gel vê gundê Etmanîk ê yê ji duh ve rastî bombe û guleyên çeteyên DAIŞ tên îro hat gulebarankirin.