Tevgera Goran: Ziyareta Barzanî ya Amedê xizmeta AKP'ê dike

Tevgera Goran: Ziyareta Barzanî ya Amedê xizmeta AKP'ê dike

Nûnertiya Tevgera Goran a Hewlêr diyar kir ku li ser daweta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan çûna Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî xizmetê ji berjewendiyên gelê kurd ên neteweyî re nake. 

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li ser daweta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku tê payîn roja Şemiyê biçe Amedê rastî gelek helwestan tê.

Berdevkê Çapemeniyê yê Nûnertiya Tevgera Goran a Hewlêr Rebîn Omer ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku ev ziyaret ne li gor berjewendiyên kurdane û bal kişand ser xusûsa ku wê zerarê bide berjewendiyên têkoşîna kurd û yên neteweyî. Omer diyar kir ku eger Barzanî ne li Amedê, li Enqereyê bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin çêkiriba wê weke hevdîtineke dîplomatîk hatiba destgirtin, lê eger li Amedê wê hevdîtinê çêbike bi nûnerên wir re rûniştiba wê hîn baştir ba. 

'HEVDÎTINEK WISA YA LI AMEDÊ WÊ PÊVAJOYÊ BIXE NAV TENGASIYÊ'

Omer, bi bîr xist ku berê jî gelek caran BDP'ê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Barzanî dawetî pîrozbahiyên Newrozê kirine û axaftina xwe wiha dewam kir, "Ev ji ber ne li Enqereyê, lê li Amedê pêk tê pêvajoyê hîn zedetir dixe nava qrîz û pirsgirêkan. Ji ber ku di navbera dewleta Tirk û kurdên Bakur de pêvajoyeke hevdîtinê heye. Di vê pêvajoyê de çûna Barzanî ya Amedê wê ji bo Erdogan bibe reklam. Wek lîderekî kurdan, wek Serokê Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtinek wisa ya li Amedê wê pêvajoyê bixe nav tengasiyê. Em dibînin ku Tirkiye li sînorê Rojava dîwaran lêdike. Di rewşeke wiha de ziyareta Erdogan wê ne ji bo berjewendiyên kurdan bin."