TEV- DEM: Newroza îsal dê bibe Newroza aşitî û demokrasiyê
TEV- DEM: Newroza îsal dê bibe Newroza aşitî û demokrasiyê
TEV- DEM: Newroza îsal dê bibe Newroza aşitî û demokrasiyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û diyar kir ku, ew hêvî dikin Newroz bibe sedema avakirina xweseriya demokratîk û jiyana aştiyane, wekhev û demokratîk.
TEV-DEM'ê bi munsebeta Cejna Newrozê daxuyanek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Newroza îsal di sala 3’mîn a şoreşa gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de bi pêşxistina xweseriya demokratîk ku gelê Kurd piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê dest bi avakirina wê kiriye, tê pêşwazîkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Newroz buhara gelan tamsîl dike, bingeha xwe ji dîrokê digire û şaxên xwe heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û heta berxwedana ku şervanên YPG'ê li Rojavayê Kurdistanê nîşan daye hatiye. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku, Newroz di rewşek wiha ku gelê Kurd rojên gelekî dîrokî dijîn de tê pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêvajoya ku li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û avakirina sîstema xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê jî cehwera Newrozê nîşan dide.
Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku, rewşa li Sûriyeyê tê jiyandin karesatek mirovahiyê nîşan dide encamên nêzîkahiyên rejimê û hêzên muxalefetê ne. Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em hêvî dikin ku, em bi hev re daxwazanên gelên Sûriyeyê biavakirina Sûriyeyek demokratîk û wekhev re pêk bînin. Her wiha em hêvî dikin ku, gelê Kurd jî bi pêkhateyên din re armancên şoreşa Sûriyeyê bi avakirina Sûriyeyek demokratîk, wekhev û yekbûyî bicîh bîne. Gelê Kurd wê Newroza îsal bike Newroza aştî, wekhekî û demokrasiyê. Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza serkeftina şaristaniya demokratîk û îsal bibe sala avakirina xweseriya demokratîk. Bi vê munasebetê em Newrozê li hemû gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin û dibêjin ku em dê xeta berxwedanê bidomînin.