TEV-DEM: Em ê herêmên dagirkirî bi giyanê Newrozê azad bikin

TEV-DEM'ê destnîşan kir ku wê herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi giyanê Newrozê azad bikin.

TEV-DEM'ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek da.

TEV-DEM di daxuyaniya xwe de got, "Di destpêkê de em Newroza îsal li gelên Kurdistanê û gelên Mozopotamiyayê û herêmê, her wiha li hemû malbatên şehîdên azadiyê û hemû şervan li eniyên rûmetê (QSD, YPG û YPJ`ê) jî pîroz dikin.

Gelên Mozopotamyayê bi meşeleyan serkeftina azadiya li dijî bindestiyê û nîşana roja nû pîroz dikin, da ku bibe ev meşele bibe sembola serkeftinê.

Newroz bi cewherê xwe nîşana yekîtiya gelên berxwedêr, vîna gelên têkoşer a li dijî rejîmên diktator û serdema sîtemkariyê û kesên hebûna gelan înkar dikin û qir dikin e. Lê belê gelan bi vîna xwe isbat kirin û di dawiyê de helbet ew ê serkeftin qezenckin ev qezenc wê bibe bingeha ku Kawayê Hesikar jiyaneke nû ava bike."

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk îşaret bi rihê berxwedaniyê cejna Newroz kir û ragihand ku cejna Newrozê ji kevntirîn cejinên neteweyî ye anku cejnên xizmet ji civak û îradeya gelan re kiriye û li cem hemû gelên Mozopotamyayê bûye rojeke pîroz. Lewma gelên Kurd di pêvajoya bi hezaran sal vê rojê pîroz dikin. Ji çiyayan bigire û heta di girtîgehan, bajaran û hemû qadên seranserî Kurdistanê û cîhanê derbikeve pîroz dikin. Ev jî bi saya berdêlên ku gelên berxwedêr li dijî dagirkeran dane meşandin hatiye qezenckirin."

TEV-DEM`ê piştrast kir ku ew ê cejna Newrozê bikin bingeha rizgariya herêmên ku artêşa Tirk dagirkirine û bi rihê Newroza 2020`an ew ê Newroz bikin bingeha rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên artêşa Tirk û çeteyên xwe dagirkirine.

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Civaka Demokratîk, banga parastina ji vîrusa Koronayê kir û got ku, ew wekî TEV-DEM`ê gelên xwe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar dikin ku Newroz îsal ne wekî Newroza salên derbasbûyî ye, ji ber mirovahî di xeteriya ji vîrusa Koronayê rû bi rû ye. Lewma divê gelên me li gorî perspektîfên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev bigerin. Lê vêxistina mûman, xemilandina malan û rêyan ne qedexe ye."