TEV-DEM: Divê alîkarî ji malbatên têkoşeran re bê dayîn

TEV-DEM: Divê alîkarî ji malbatên têkoşeran re bê dayîn

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di civînekê de rewşa jiyanî ya malbatên têkoşerên bajarên Serêkaniyê û Til Temirê nîqaş kir, ku alîkariya wan were kirin. TEV-DEM'ê ji malbatan re rewşa siyasî ya herêmê nirxand.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca naskirina rewşa malbatên têkoşeran, pirsgirêkên wan, her wiha zor û zehmetiyên ku dikişînin li bajarê Serêkaniyê civînek lidar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya bajarê Serêkaniyê hat lidarxistin û tê de Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê û ya bajarê Til Temirê jî beşdar bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Ferhad Dêrik axivî û rewşa siyasî ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe nirxand.

Dêrik got ku xeta sêyemîn ku gelê Kurd li Rojava pejirandiye bi ser ketiye û bi vê yekê bala hemû hêzên cîhanê kişandiye, her wiha diyar kir ku berxwedana gelê Kurd li herêma Kobanê ku bi serkêşiya hêzên YPG/YPJ'ê tê meşandin hemû alî matmayî hiştiye.

Di civînê de rewşa malbatên têkoşeran hat nîqaşkirin, malbatan rewşa xwe ya jiyana nirxandin û hat gotin ku divê hemû şêwazên alîkariya ji bo malbatên têkoşeran werin pêşkêşkirin.

Di dawiya civînê de pirsên beşdaran hatin bersivandin.