Terorîzma dewleta Tirk li Tribunal a Navneteweyî tê darizandin

Terorîzma dewleta Tirk li Tribunal a Navneteweyî tê darizandin. Şahidan û pisporan sûcên ku dewletê kirine vegotin.

Tribunal a Navneteweyî (Dadgeha Gel a Mayinde) ku li paytexta Fransa Parisê pêk tê di roja dawî de ye. Di rûniştinên îro de komkujiya Roboskî, şîdeta dewletê ya li dijî jinê û terorîzma dewletê ji aliyê şahid û pisporan ve hatin nirxandin.

Di vê çarçoveyê de kuştinên kiryar nediyar, kuştina Mûsa Anter, êrîşên bombeyî yên li dijî DEP'ê û bombekirina rojnameya Ozgur Gundemê hatin vegotin.

Ahmet Nesin di destpêkê de axivî ûg ot, "Em hîn bûne ku weke bersûc derkevin pêşberî dadgehan. Niha bûme şahid. Ev tiştekî zehmet e." Nesin bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdoğan ên li ser êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê û destnîşan kir ku Erdoğan bi kuştina mirovan pesnê xwe dide. Nesin got, "Ez ji welatekî welê têm û ji bo mirinê li çepikan dixin."

Şahidê duyemîn jî Serokê Enstîtiya Kurd a Parisê Kendal Nezan bû. Nezan qala kuştina rewşenbîrê Kurd Musa Anter kir û destnîşan kir ku JÎTEM xwedî erka kuştinê bû. Nezan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tişta dewleta Tirk salên 1990'î li Bakurê Kurdistanê kir îro li Efrînê dike û got, "Heman rêbazê bi kar tîne. Gundan hildiweşîne."

Yek ji şahidê gelek serdemên Tirkiyeyê Hatip Dicle jî bal kişand ser zext û zordariya li partiyên siyasî yên gelê Kurd û got, "Gelo wekî din li dinyayê partiyeke heye ku 400 endamên wê li naverastê hatine kuştin?" Dicle zordarî û komkujiya li endamên HEP û DEP'ê hatin kirin bi berfirehî vegot.

Piştî Hatip Dicle, heyeta dadgehê der barê bombekirina rojnameya Ozgur Gundemê de mafê axaftinê de rojnamevan Ferda Çetin. Çetin anî ziman ku wê demê rojnameyên Ozgur Gundem û Ozgur Ulke sûcên dewletê yên şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar dinivîsand, lewma timî dibûn hedef. Çetin di dewama axaftina xwe de rewşa heyî jî nirxand û anî ziman ku di vê dema desthilatdariya AKP'ê de rewş ji ya salên 1990'î çêtir nîne. Çetin got, "Li ser medya Kurd terora dewletê hebû, îro jî ev dewam dike. Rewşeke tirsnak niha heye. Bi sedan sazî hatine girtin, bi sedan xebatkar hatine girtin."

Şahidê herî dawî yê vê rûniştinê jî endamê Konseya KNK'ê Zubeyir Aydar bû. Aydar bi belgeyan qala wê yekê kir, bê dewlet çawa sûc dike, bi çi rengî sûcên xwe dinixumîne û dixe stuyê hinekî din.

Di rûniştina dawî ya piştî nîvro de wê kuştina sê jinên Kurd li Parisê bê nirxandin, ku 9'ê Çileya 2013'an ji aliyê MİT'ê ve hatin kuştin.