Terora polîsan jiyanê diherimîne

Terora polîsan jiyanê diherimîne

Polîsên Tirk ên bi gotina Serokwezîr Erdogan "destanê dinivîsînin" li xwendekarê pola 1. a beşa felsefeyê ya ODTU'yê Îsmaîl Aslan, jiyan herimand. Di xwepêşandanên 6'ê Tîrmehê yên li Taksîmê de, bombeya gazê ya polîsan ji 20 metreyî ve li eniya Aslan ket û tasa serê wî şikest. Aslan ê ku xwîn rijiya ser mejiyê wî, piştî 6 rojan ji Nexweşxaneya Cerrahpaşa hat derxistin. Lê belê jiyana wî wê mîna berê nebe. Ji ber ku di her kêliyê de rîska xwîn birije ser mejiyê wî heye.

Aslan ê 23 salî ku di 12'ê Tîrmehê de ji Nexweşxaneay Cerrahpaşa hat dexistin, hînê di bin xeteriyê de ye ku xwîn birije ser mejiyê wî. Aslan tişta hate serê wî ji ANF'ê re vegot. 

Aslan diyar kir ku gava ew gihaştin ber Mizgefta Aga, destwerdana polîsan destpê kiribû û got, "Min xwe avêt kolana sînemaya Emekê ya berê lê bû. Polîs li her goşeyên kolanê bicih bûbûn. li ser êrîşa polîsan ez ketim hundurê otelekê. Piştî demekê ez derketim û vegeriyam kolana Îmam Adnan. Dema li nava kolanê dimeşiyam, polîsekî nêzî 20 metre ji min dûr, fîşek berda min û li eniya min ket. Ji ber guhê min hat girtin, min destpêkê got dibe ku ev bombeya deng be. Lê belê gava xwîn ji eniya min hat, min fêm kir ku fîşeka bombeya gazê li eniya min ketiye. Hevalên min benda polîsan qetandin û hatin cem min, min li taksiyekê siwar kirin û birin nexweşxaneya Cerrahpaşa."

Di fîlmê li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Cerrahpaşa hat kişandin de derket holê ku birîna frontal a mejî rû daye, tasa serî şikestiyaye û xwîna subkranoik travmatik xwe daye der. Doktorê servîsa lezgîn ê ku heft girêk avêt eniya Aslan, herçend bi israr digot fîşeka bombeya gazê li eniya wî ketiye jî, di rapora destpêkê de weke "lêdan xwariye" hat nivîsandin. Lê piştre gotina "dibejin fîşeka bombeya gazê li eniyê ketiye" hat nivîsandin.

Hat ragihandin ku di wê rewşê de jî polîsan gelek caran hewl dane li nexweşxaneyê îfadeya Aslan bigirin.

Aslan ê 23 salî ku bi tehlûkeya xwîn careke din birije ser mejiyê wî re rû bi rûye, serî li ÎHD'ê da û diyar kir ku ewê giliyê rayedaran bike.