Terora polîs astengdar jî nas nekir

Terora polîs astengdar jî nas nekir

Wan 4 rojên dawî polîsê Tirk bê ku bêje, pîr û kal, ciwan û jin bi copan li gel dixe, ava bi şid bi kar tîne bi bombeyên gazê û gulleyên plastîk mirovan birîndar dike û ligel wan hemûyan astengdaran jî nas nake. Huseyîn Daloglu yê ji sedî 44 astengdar e û nexweşiya  sara pêre heye jî para xwe ji şîddeta polîs girt.  Daloglu dema ji bo dermanan bigire diçe Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Taksîmê ji aliyê polîsan ve pêşiya wî hat girtin. Her çi qasî karta xwe ya astengdariyê nîşanî polîs kiribe jî polîs êrîşî ser dikin. Daloglu yê ku milê wî birîndar bû got, “Min ev qas bêrehmî nedîtiye.”

Polîsên Tirk ku di 18. berxwedana Parka Gezî de êrîşî parkê kirin û her cih kirin mîna rewşa awerte kî hat pêşiya wan derb kirin. Polîs mîna derkevin nêçîra mirovan êrîşî astengdaran jî kirin.   

BI QIRIKA MIN GIRT

Huseyîn Daloglu roja şemiyê dema dixwaze ji bo xwe û keça xwe ya 10  hîn roj in hatiye dinyayê dermanan bîne ji tiştên biqewimin bêxeber bû. Daloglu destnîşan dike ku dema di rê de ye polîs mudaxeleyî Parka Gezî dike û bombeyên gazê diavêje her kolanê.  Daloglu şîddeta polîs a li hemberî wî pêk hat jî wiha anî ziman: “Her kes direviya.  Dema min dixwest  hinekî bêm ser hişê xwe, komek polîs a ji 10 kesan derdora min girtin û li min xistin. Dema min karta xwe ya astengdariyê nîşanî wan da û min got, ez diçim Nexweşxaneya Taksîm, kesekî di nav wan de bi qirika min girt û serê min kir cama dikkanê. Gelek heqaret û dujîn ji min re got.  Ji ber ku min rûyê xwe bi milê xwe yê çepê girtibû milê min di nav xwînê de ma. Mirovên li wir ên bû şahidê bûyerê bertek nîşanî polîsan dan û ez birim Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Taksîm. Di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de doktoran milê min dirûtin. Raporek nivîsandin û gotin divê tu biçî  Nexweşxaneya Şîşlî ya Etfal

POLÎSAN RAPORA MIN QETAND

Daloglu wer berdewam dıke: “Dema ez hatim Cîhangîr vê carê jî ez li komeke din a polîsan rast hatim û wan jî bombeyên gazê diavêtin ser mirovan. Nêzî min bûn û gotin, ‘Çi karê te li vir heye?’ Dema min rapor dirêj kir û nîşanî wan da polîsekî rapora min qetand û got, ‘S…. Tu li cem kê gilî dikî bike’ û dest bi dujînan kir. Ji bo careke din li min nedin ez reviyam.

Daloglu got ku ew ê der barê polîsan de gilî bike.