Terora Hikumetê a li ser Gezî li turîzmê jî xist
Terora Hikumetê a li ser Gezî li turîzmê jî xist
Terora Hikumetê a li ser Gezî li turîzmê jî xist
Terora polîsan ya li dijî berxwedana Parka Gezî, sektora turîzmê jî xiste krîzê. Di meha Hezîranê de ji sedê 80’ê rezervasyon hatin betalkirin û hate ragihandin ku rezervasyonên dem dirêj û navîn li ber rawestînê ne.
Şûna ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan daxwazên Berxwedana Parka Gezî a Taksîmê pêkbîne, bitundiya polîsan a li ser gel, derbe li turîzma Tirkiyeyê jî da.
Serokê Yeketiya Razemenî û Bikaranîner, Otelvan ên Turistîk (TUROB) Tîmûr Bayindir diyarkir ku, di Hezîrana 2013’an de li Taksîmê rêjeya îptalkirina rezervasyonan sedê 60’e, li hinek otelan jî sedê 80’ê ye.
Bayindir da zanîn ku, wana ji bo çareserkirina krîzê nameyek ji Wezareta Çand û Turîzmê şandiye û daye diyarkirin ku ji bo jikar derxistin destpêneke, lezgîn tedbîran bigirin. Bayindir di derbarê rewşa tevayî Tirkiyeyê jî ev tişt gotin:
“Di serî de li Stenbol, Bûrsa, Enqere, Kapadokya , Anadolû û Karadenîzê di rêjeyekî bê hîskirin de rezerveyên otelan hatine betalkirin. Tişta ku sektora me herî zêde bixe tengaviyê, rezerveyên dem dirêj û navîn hatin ber betalkirinê. Îptalkirina hinek kongreyên navnetewî ên misoger bûne.”
Bayindir girîngiya betalkirina rezerveyên Stenbolê di aliyê sektorê de jî wiha anî ziman: “Ji sedê 95’ê turîstên biçin Kapadokyayê ji Stenbolê diçin. Eger ev sedê 95 neyê Stenbolê, dê ev turîst neçin Kapadokya û Efesê jî.”