Terora dewletê di rojeva DMME de ye

Di belgeyên nû yên hatin pêşkêşkirin de, agahiyên li ser înfazkirina siyasetmedarên jin ên Kurd û rewşa cenazeyên nikarin bên rakirin, cih digirin.

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) serlêdanên ji bo betalkirina biryarên qedexeya derketina derve ya li bajarên Kurdistanê red kir û bi vê biryarê re qedexe rewa dît, ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Oya Aydin û Ozgur Erol serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Piştî ku DMME'yê serlêdanê pejirand û ji Tirkiyeyê jî der barê mijarê de îzahat xwest, belgeyên nû pêşkeşî dadgehê hatin kirin. Di belgeyên nû de, têkîldarî pirsên ku DMME'yê ji Tirkiyeyê kiriye, agahiyên nû hene. 

Di serlêdanê de parêzeran diyar kir ku ji ber qedexeyan li Kurdistanê komkujî û binpêkirina mafên bingehên berdewam dike. Di serlêdanê de ev agahî cih digirin: "Di roja ku me serlêdan kir de, kedkarê tenduristiyê Azîz Yûral dema ku alikariya jineke birîndar dikir ji aliyê sekvanan ve hate kuştin. Ev bi tena serê xwe destnîşan dike ku mafê xwe gihandina xizmetên tenduristiyê di çi astê de tê astengkirin." Di serlêdanê de her wiha der barê bûyera înfazkirina 3 siyasetmedarên jin ên ku li Silopiyayê agahî hat dayîn. Dîsa, dane û agahiyên raporên TÎHV'ê yên der barê kuştina sivîlan jî di serlêdanê de hatin nivîsin.

Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gorî daneyên TÎHV'ê 161 kes, li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî hejmarek zêdetir kes hatine kuştin. Parêzeran di serlêdanê de her wiha bal kişandin ser helwesta dozgeran jî û ew agahî ragihandin: "Der barê kuştina kesan de dozger ti karî nakin, cenaze bi rojan li naverastê tê hiştin. Otopsiyên ku têne kirin jî hem seranser in hem jî li dijî protokolên têkildarî mijarê têne kirin. Ji ber ku di vê rewşa kaosê de hemû raye di destê Walî û hêzên ewlehiyê de ne, mekanîzmaya darazê jî kar nake û derfet nemaye ku di çarçoveya xala 2. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de lêpirsîneke bi bandor were kirin."