Terora dewletê: 11 kes hatin destgîrkirin 2 kes hatin girtin

Desthilatdariya AKP û MHP’ê terora xwe ya li ser Kurdan û siyaseta demokratîk zêde dike. Li Sakarya, Kûşadasi û Bedlîsê 11 kes hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî 2 kes hatin girtin.

SAKARYA

Seroka bajêr a HDP’ê ya Sakaryayê Nahîde Dogan jî di nav de 3 kes ji ber parvekirinên xwe yên li dijî dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destgîrkirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê û navçeyên wê jî di 10-11’ê Cotmehê de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ozgur Bûlût, Hatîce Buşra Kûyûn, Hamza Agirman û rêvebera berê yê DBP’ê Yasemîn Demîrkaya hatibûn destgîrkirin. Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman hatin girtin.

BEDLÎS

Li Tetwanê Bedlîsê jî endamê meclîsa HDP’ê Ahmet Barût jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.

KÛŞADASI

Li navçeya Kuşadasi ya Aydinê polîsan serê sibê avêtin ser malên HDP’iyan.

Polîsan piştî lêgerîna li malan Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Kuşadasi Hanîfe Gedîk, rêveberên HDP’ê Taner Akdemîr, Fuat Ozturk û Mehmet Alîbas bi hênceta parvekirinên medya civakî yên li dijî şer destgîr kirin.

4 HDP’yî piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Kuşadasiyê.