Terora dewleta Tirk li Ewropayê tê şermezarkirin
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî terora dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Munsterê meşeke girseyî hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ya li Berlînê jî bi meşekê bi dawî bû.
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî terora dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Munsterê meşeke girseyî hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ya li Berlînê jî bi meşekê bi dawî bû.
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî terora dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Munsterê meşeke girseyî hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ya li Berlînê jî bi meşekê bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li paytexta Hollanda Amsterdamê jî dewam dike.
MUNSTER
Li bajarê Elmanya Munsterê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd gelek kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi taybetî li Cizîr û Sûrê şermezar kirin.
Di dema dayîna daxuyaniyê de nûnerên partiyên Kesk û Çep ên Elman jî amade bûn. Qisekeran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û banga xurtkirina çalakiyan kirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, greva birçîbûnê ya ji aliyê ciwanên Kurd ve hat destpêkirin, bi meşekê bi dawî bû. Piştî çalakiya ku 4 rojan dewam kir, ciwan meşiyan û dan zanîn ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed û Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî destek dan meşê.
AMSTERDAM
Greva birçîbûnê ya li paytexta Hollanda Amsterdamê jî dewam dike. Çalakger ji kamerayên me re axivîn.