Terora binçavkirin û girtinan
Terora binçavkirin û girtinan
Terora binçavkirin û girtinan
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê tên şermezarkirin, li navçeya Bazîdê îro derabe nehatin vekirin. Li Bazîdê 30 kes hatin girtin û li Îdirê jî di serdegirtinên malan de 5 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin. Her wiha li Bêgiriyê jî 11 welatî hatin girtin. Li Îdir 15, Kanîreş 3, li Sêrt 16 û Stenbolê jî 26 kes hatin girtin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê gelek kesên bi pêşengiya DBP û HDP’ê kom bûn ji bo berxwedana Kobanê meş li dar xistin. Serokê DBP’ê ya Bedlisê Mehmet Can Demîr, Hevşadera Huseyîn Olan jî di nav de gelek kes li taxa Mahallebaşi kom bûn û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP”, “Kobanê dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo” meşiyan.Welatiyên taxê jî bi dengderxistina quşxane û tawayan piştgirî dan meşê. Piştî meşê Mehmet Can Demîr axivî û bal kişand li ser berxwedana bêhempa ya Kobanê û diyar kir ku DAIŞ bi hêza ji hêzên emperyalîst digirin dixwaze bikeve Kobanê lê rastî berxwedana hêzên YPG û PJ’ê tê û îro şûnde jî dê rastî berxwedanê bê.
AGIRÎ
Navçeya Bazîdê ya Agiriyê esnafan ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û helwesta AKP’ê îro derebeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeya ku jibilî firin û ezexaneyan girtî ye kolan û cade di bin dorpêça polîsan de ye. Di nava rojê de Rêxistina DBP’ê ya Bazîdê çav li rê ye ji bo 30 kesên hatin girtin û dorpêça polîsan de daxuyaniyê bide.
Li aliyê din 50 kesên hatibûn binçavkirin jî 40 ji wan duh anîn edliyeyê. Piştî îfadeyan 30 kes bi hinceta “zerar dane malên cemaweriyê“ "li hemberî polîsan muqavemet kirine” sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, ew şandin Girtîgeha Agiriyê, 10 kes jî ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan. Hate hînbûn ku wê 10 kesên di bin çavan de jî îro derxin dozgeriyê.
ÎDIR
Li Îdirê di saetên şevê polîs û tîmên taybet bi awayekî hemwext bi ber 16 malan de girtin. Di encama serdegirtinan de 5 jê zarok 13 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de leşkerekî ku hatiye betlaneyê jî heye.
BÊGIRÎ
Li Bêgiriya Wanê 50 welatiyên di dema êrîşa polîsan de hatibûn binçavkirin derxistin edliyeyê. Piştî li edliyê îfadeyên wan hatin girtin 39 welatî harin berdan û 11 welatî jî hatin girtin. Welatiyên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.
SÊRT
Li Sêrtê hejmara girtiyan bû derket 16’an. Li Sêrtê di çalakiyên protestoyî yên ji bo piştevaniya Kobanê de koma dawî ya ji 18 kesan pêk dihat derxistin dadgehê û 16 kes hatin girtin.
LI KANÎREŞÊ SÊ KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Kanîreş a Çewlîkê jî di saetên sibê de bi ser malan de hate girtin û Muhammed uzun û Îbrahîm Kurabudak û Kenan Sona hatin binçavkirin.
LI STENBOLÊ 26 BINÇAVKIRIN
Li zanîngeha Stenbolê Fakulteya Fen-Wêjeyê alîgirên DAIŞ’ê di destê wan de kêr, ço û sator xwestin bikevin kampusê. Lê xwendekarên welatparêz pêşî lê girtin. Di navbera her du aliyan de pevçûn derket û polîsên ketin kampusê bombeya gazê berdan û 26 xwendekar binçavkirin.