Terora bi wesayîta zirxî: Li Nisêbînê lingê ciwanekî hate şikandin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li ciwanê bi navê Ûmût Aslan xist û lingê wî şikand.

Wesayîta polîsan a zirxî, li herêma Dortyol a Nisêbîn a Mêrdînê li Ûmût Aslan (20) dema bi motosîkleta xwe diçû da. Aslan ê bi bandora lêdane kete erdî birîndar bû. Aslan ê piştî qezayê bi ambûlansa gazî cihê bûyerê hate kirin rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin.

Hate diyarkirin ku bi bandora lêdanê lingê Aslan ê xetereya jiyana wî nîne, şikestiye.

DI 15 SALAN 21 JÊ ZAROK, 44 KES HATIN QETILKIRIN

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di raporeke ku Hezîrana 2023’yan weşandî de, ragihandibû ku di nava 15 salên dawî de ji ber wesayîtên polîs û leşkeran û wesayîtên zirxî, 21 jê zarok bi giştî 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da.