BI DÎMEN

Terora AKP'ê li Hambûrg û Mannheîmê hat protestokirin

Ciwanên Kurd li bajarên Elmanya Hambûrg û Manneheîmê, bi çalakiyên bêîteatiya sivîl re êrîşên dewleta AKP li Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd dike, şermezar kirin.

Ciwanên Kurd li bajarên Elmanya Hambûrg û Manneheîmê, bi çalakiyên bêîteatiya sivîl re êrîşên dewleta AKP li Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd dike, şermezar kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ciwanên Kurd li HBF çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û terora dewletê ya li Kurdistanê şermerzar kirin. Bi qasî 60 ciwan li hev civiyan, pankart vekirin û li HBF çalakî pêk anîn.

Ciwan piştre ji HBF heta ber Parlamenta Eyaletê ya Hambûrgê meşiyan.

Bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî piştgiriya navneteweyî" û "Bijî berxwedana YPG'ê" ji navenda bajêr heta Parlamenta Hambûrgê meşiyan. Çalakî li ber Parlamenta Eyaletê bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.

MANNHEÎM

Li bajarê Elmanya Mannheîmê jî endamên Ciwanên Azad li stasyona trenê ya navendî çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.

Bi qasî 25 ciwanan bi pankarta bi nivîsa "Dewleta kujer wê hesab bide" li stasyona trenê meşiyan û komkujiyên çeteyên Erdogan li Kurdistanê li hemberî gelê sivîl dike, protesto kirin. Ciwanan dirûşmên "Kujerê jin û zarokan Erdogan", "Bijî berxwedana gelê Bakur" û "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî" qîriyan. Polîsên dest li çalakiyê werdan, ciwan ji stasyonê derxistin. Ciwanan çalakiya xwe li ber strasyonê bi qîrîna dirûşmeyan dewam kirin. Ciwanan bal kişandin ser hevkariya dewleta Elman bi rejîma AKP'ê re û banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî ya Elman kirin.

Çalakî piştî saetekê bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.

...