'Têrê nake lê têrê nake!'
'Têrê nake lê têrê nake!'
'Têrê nake lê têrê nake!'
Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estûgyan, ji bo guhertina ku di "pakêta demokrasiyê" de perwerdeya bi zimanê dayikê ji dibistanên taybet re dihêle got, "Hînê dewama mejiyê nexweş e." Estûgyan diyar kir ku hin guhertinên erênî yên di pakêtê de, ne xêrxwaziya hikûmet an jî Serokwezîre û got, "Gotina; bila perwerdeya bi zimanê dayikê bi tenê li dibistanên taybet bê dayîn, dewama nêzîkatiyeke anormal, dij mirovahî ye. Lê belê, dema mirov înkar û qedexeyên berê yên girantir bînin ber çavên xwe, mirov dikarin vê weke qonaxekê bibînin. Ev qonax, qonaxa têrê nake lê têrê nake, ye."
Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estûgyan "pakêta demokrasiyê" ya Serokwezîr Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera kir ji ANF'ê re nirxand û ji bo guhertina li ser zimanê dayikê got, "Hînê dewama mejiyê nexweş e."
Estûgyan da xuyakirin ku dewlet hînê dest li mafên herî bingehîn, însanî û xwezayî yên mirovan werdide û got, "Bikaranîna ziman, li sûk û bazarê bikaranîna ziman nîne, di nava jiyanê de hebûna bi zimanê xwe yê dayikê ye. Gotina; bila perwerdeya bi zimanê dayikê bi tenê li dibistanên taybet bê dayîn, dewama nêzîkatiya anormal, dij mirovahî ye. Lê belê, dema mirov înkar û qedexeyên berê yên girantir bînin ber çavên xwe, mirov dikarin vê weke qonaxekê bibînin. Ev qonax, qonaxa têrê nake lê têrê nake, ye. Tiştekî em jê re bêjin 'têrê nake lê erê' li holê nîne. Tiştekî ku em jê re bêjin 'têrê nake lê têrê nake' li holê heye."
'EMÊ TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN'
Estûgyan diyar kir ku hin guhertinên erênî yên di pakêtê de, ne xêrxwaziya hikûmet an jî Serokwezîre û got, "Berevajî, berdêlên gelekî giran hatin dayîn û bi dest hatin xistin. Mirov ji bo van mafan ketin girtîgehan, îşkence dîtin û mirin. Ji ber vê yekê emê ti carî nebêjin ev bes e, lê emê vê weke qonaxekê bibînin. Eger ev qonax bi têkoşîna me re bi dest ketiye, emê vê têkoşînê, vê daxwazê her demî bikin û hîn bêtir bilind bikin."
Estûgyan radestkirina erdê Mor Gabrîel ji bo Suryaniyan jî şiband çîroka Xoca Nesreddîn; ku kerê wî jê distîne û dûre dema ker tê dîtin û didin wî, kêfxweş dibe. Estûgyan got, "Bi awayekî mafdar, kêfa Suryaniyan tê, ji ber ku ev yek windahiyeke giran a moralê bû."
Estûgyan diyar kir ku Rûm jî dê bi vebûna Dibistana Rûhban a li Heybelîadayê gelekî kêfxweş bibûya û got, "Lê belê, ji ber ku nifûsa giştî 2 hezar e, ev kêfxweşî dê trajîk bûya. Ji binê lingê mirovan ax winda bûye. Nifûsa wan daketiye binê 2 hezarî, lê ji bo hebûna xwe dewam bikin, li ber xwe didin. Vebûna dibistana Rûhban jî wê weke bersiva vê berxwedanê, watedar bûya. Suryanî jî ji ber ku erdê Mor Gabrîel bi dest xistin, ji ber vê sedemê kêfxweş in."
Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estûgyan ragihand ku pakêt bersivê nade qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk a di 21'ê Adarê de destpê kir û got, "Lê belê bi tenê mêlek dikare were ziman. Mirov dikarin vê yekê weke mesajek ji bo pêwistiya guhertinê fêm bikin. Ji xwe têrê nake. 'Andimiz-sonda me' nîşaneya şermê bû. Rakirina vê ne xêrxwaziyeke. Divê rakirina pêkanîna Îtalyaya Mûsolînî ya faşîst a di sala 2013'an de li Tirkiyê, weke xêrxwaziya kesî neyê pêşkêşkirin."