Tenê Îlonê 64 nûçegihan hatine darizandin

Li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Îlona 2020'an a Press In Arrest, li Tirkiyê Îlonê 64 nûçegihan hatine darizandin.

Îlonê bi kêmanî 64 nûçegihan bi çarçoweya 5 qanûnên cihê hatine darizandin. Nûçegihan li gel qanûna Qanûna Cezaya Tirk û Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê, bi Qanûna MÎT'ê, Qanûna Benqetiyê û Qanûna Civîn û Xwepêşandanê hatine darizandin.

Li ser 15 nûçegihanan hatiye xwestin ku ceza werin girankirin.

Bi kêmanî 11 nûçegihan hatine destgîrkirin, bang li wan kirine ku îfadê bikin, derheqê wan lêpirsîn hatine destpêkirin an jî gilihê wan hatiye kirin.

21 sal û 6 meh ceza dane 5 nûçegihanan.