'Tenduristiya Telabanî pir başe'

'Tenduristiya Telabanî pir başe'

Endamê Pîlotburoya YNK’ê û sekreterê daxuyaniyên çapemeniyê Necmedîn Kerîm di derbarê tenduristiya Serok Komarê Iraqê Celal Telabanî de da û nûçeyên derbarê tenduristiya Telabanî de derewandin.

Duh li gelek malperên Kurdî û biyanî hate ragihandin ku, “Serok Komarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Telabanî jiyana xwe ji dest daye”, ji bo bersiv dana van îdiayan Endamê Pîlotburoya Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) û berpirsê daxuyaniyên çapemeniyê Necmedîn Kerîm daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kerîmî di daxuyaniya derbarê tenduristiya Telabanî de da, nûçeyên hatine weşandin derewand û ragihand ku, ew hemû nûçe ne rastin û bingeha wan tuneye, her wiha dûrin ji etîka rojnamevantiyê.

Kerîmî destnîşan kir ku, tenduristiya Serok Komarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Telabanî pir başe. Pêwîste tu kes baweriya xwe bi van nûçeyan neynin tenê baweriya xwe bidin dixtorên Celal Telabanî.