Temellî: Zanîngeh ên me ne!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tevî namzetên parlamenteriyê yên partiya xwe, ku bi biryarnameyan ji kar hatine derxistin, li ber Zanîngeha Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temllî, bi xwe jî akademîsyenek e ku ji peywirê hatiye dûrxistin. Lewre tevlî daxuyaniya li ber zanîngeha Îstanbûlê pêk hatî bû û bi bîr xist ku, ev 35 sal in endamê vê zanîngehê ye.

Temelli, “Ez şanaz im ku endamê zanîngeha Îstenbûlê me, lewre zanîngeheke mezin e. Di xebatên zanistî de xwedî cihekî taybet e. Lê ez niha nikarim bikevim zanîngeha ku min 35 salan ked dayê. Ez û hevalên xwe bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De hatin dûrxistin. Keda me ya salan hate tunehesibandin.”

Temellî, sozên xwe yên hilbijartinê jî wiha rêz kirin: “Em weke HDP, soza herî girin a ku me ji bo piştî 24’ê Hezîranê dayî ew e ku em rewşa awarte rakin ku her kesê/a bi biryarnameyan ji karê xwe hatî dûrxistin vegere ser karê xwe. Ji bo wê em bang li her kesî dikin ku bendên li pêşiya demokrasiyê hilweşînin. Em, hem bi bernameya xwe ya serokkomariyê, hem jî bi bernameya xwe ya partiya xwe, dixwazin di pêvajoya derbasbûnê de li welêt asayîbûnê pêk bînin. Em bawer dikin ku di pêvajoya asayî de dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji feraseta zordest rizgar bibin. Em tev bi hev re dikarin ji vê pergal û fereseta zordest rizgar bibin. Bi vî awayî hemû hevalên me yên ji karê hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe, xizmeta civakê bikin. Ne tenê zanîngeh, li gelek dibistanan mamoste, hevalên me yên di şaredariyan de dixebitin, kedkarên tendirûstiyê ji karê wan hatin dûrxistin. Ji bo ku hemû vegerin ser karê xwe, divê em di 24’ê Hezîranê de bendên li pêşiya HDP’ê hilweşînin. Zanîngeh ên me ne. Lewre em ê zanîngeha ji bin nîrê desthilatdariyê derînin. Li hemberî hişmendiya ku zanîngehan parçe dike û ji hev diqetîne, em dibêjin zanîngeh yên me ne û wê wisa bimînin.”