Temellî û Yuksekdag li Kongreya ESP'ê peyam dan

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî tevlî Kongreya 4'an Partiya Sosyalîstên Çewisandî ya li Enqerê bû û axivî. Her wiha Hevseroka Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku rehîn e, ji girtîgehê peyama xwe ji bo kongreyê şand.

Temellî derbarê geşedanên rojane axivî, got krîzeke rejîmê li Tirkiyê heye, wiha bi rehabîletkirinê, bi pînekirinê krîza berdest a Tirkiyê çareser nabe, bi têkoşîna demokrasî û aştiyê dikarin ji vê krîzê derkevin û got, ''Di atmosfereke wiha ya krîza rejîmê de kongreyên ku em pêk tînin, pir girîng in. Hem ji bo rêxistiniya serdema pêş me û hem jî bibin bersiva ji bo ya nû pir girîng e.''

'YEK JI ROJEVA SEREKE YA RÊZE KONFERANSÊN ME PÊKHATEYÊN ME NE'

Temellî her wiha got ew jî ketine pêvajoya kongreyê, bi komxebat û konferansên xwe di atomosfera kongreyê de ne û got, ''Kongreyên me ji bo pevgihîna avaniya me ya rêxistinî û têkoşîna me ya polîtîk pir girîng e. Avaniya me ya rêxistinî û têkoşîna me ya polîtîk, ji bo ku ev diyalektîk derkeve holê, ji bo watedarbûnê û ji nû ve were şîrovekirin di pêvajoya pêş me de wê pir girîng be.''

Temellî her wiha got divê polîtîka di nav gêdûkên siyaseta rojane de nefetise, ji siyaseta dubendî xwe xilas bike û got, ''Ev jî bi xurtbûna avaniya me ya rêxistinî pêkan e. Ji ber vê em rêze konferansan çêdikin. Yek ji rojeva herî girîng a van rêze konferansên me pêkhateyên me ne.''

'PÊNGAVA HERÎ GIRÎNG YA TIRKIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN WÊ BI ME WERE'

Temellî bal kişande ser giringiya pêkhateyên nav HDP'ê û got bi hêza ku ji pêkhateyên xwe standine, bi pevgihîna ji hêla ramanî û xeta têkoşînê ve HDP heta niha hatiye, siberojê jî pêvajoya ku ew ê bi pêkhateyên xwe re bi hev re bihonin girîng e. Temellî got, ''Ji ber ku em ê biguherînin. Pêngava herî girîng a siyaseta Tirkiyê û Rojhilata Navîn, mudaheleya wê wê bi me were. Em dikarin vê bikin, lê şertê neguharbar a pêkanîna vê, divê em jiyana xwe yarê rêxistinî ji nû ve ava bikin, li gorî vê pêvajoyê pêngava rêxistinî bavêjin. Vê jî  bi xurtkirina hiqûqa pêkhateyan em dikarin pêk bînin.''

YUKSEKDAG: BO KONGREYÊ RE VÎNA KOLEKTÎF WÊ WERE GEŞKIRIN

Hevseroka berê ya HDP'ê ya ku li Girîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê rehîn e peyameke nivîskî şande kongreyê. Yuksekdag got,''Kongreya ESP'ê di şertên wiha de ku gelê Tirkiyê û Kurdistanê, kedkariya çepgir, têkoşîna azadiyê ya jinan û hemû derdorên civakî guherînê dixwazin, rê li ber fetloneke dîrokî vedike, pêk tê. Bêguman ev ne tesadûfek e, rasteqîniya şoeşgerî bi xwe ye.''

Yuksekdag bi berdewamî got, ''Bi kongreyê re baweriya min pê temam e ku vîna kolektîf ku wê ji hewcebûna guherîna şoreşger û lêgerîna gelên me re, were geşkirin. ESP ya ku rêça dîrokî ya tevgera Tirkiyeyê ya sosyalîst û demokratîk şoreşger û dînamîka wê ya rojane di xwe de vedihewîne, her dem bûye berevanê lêgrîna jiyana nû ya civakê û têkoşîna wê.''