Temellî: Rojiya mirinê dest pê kir, dema me nîne!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser rojiya mirinê û got, "Dema me nîne." Temellî ji bo "Tifaqa Demokrasiyê" bang kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bal kişand ser rojiya mirinê û got, "Dema me nîne." Temellî ji bo "Tifaqa Demokrasiyê" bang kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, piştî hilbijartinê di yekemîn civîna koma partiya xwe de axivî.
Temellî destpêkê kesên sala 1977'an li Taksîmê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, li dijî zîhniyeta dîktatorî ya rejîmê wê kedkar dengê xwe bilind bikin.
Temellî bi bîr xist, Leyla Guven 174 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Endameke Meclîsê ye, Hevseroka KCD'ê ye. 174 roj in bang li her kesî dike, li edaletê digere, li ser şopa hiqûqê ye."
Temellî got, "4 wekîlên vê meclîsê di greva birçîbûnê de ne. Li gelek deverên dinyayê mirov di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Rewşa zêdeyî 300 ji wan krîtîk e. Bêdengiyeke mezin heye. Hewl didin bi bedena xwe dawî li bêdengiyê bînin. Daxwazeke mafdar û rewa dikin. Kes nikare bêje daxwaza ew dikin ne rewa ye."
'WELAT ÊDÎ BI TEMAMÎ HATIYE TECRÎDKIRIN'
Sezaî Temellî da xuyakirin, tecrîd êdî li tevahiya welêt e û got, "Em li dijî tecrîdê têdikoşin. Çawa ku me qeyûm avêt, em ê dawî li tecrîdê jî bînin. Vî dengî êdî bibihîzin. Li gorî qanûnan tevbigerin. Hûn ketine nava rewşeke welê bêçare ku êrîşî dayikên ji bo zarokên xwe nobedê digirin dikin. Em ê vî welatî ji nava vê rezaletê rizgar bikin. Destên xwe ji dayikan vekişînin."
HIŞYARIYA; DEMA ME NÎNE
Hevserokê HDP'ê diyar kir, li dijî bêdengiyê 15 girtiyên li 4 girtîgehan îro dest bi rojiya mirinê kirine û got, "Bila mirov nemirin. Di dema hilbijartinê de 8 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Mafê veşartina wan jî hate desteserkirin. Niha jî 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirine. Dema me nîne. Di rewşeke wiha de nabe ku mirov bisekine ya jî jinedîtî ve bên. Dema me nîne. Em naxwazin mirovekî bi tenê jî bimire. Divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Daxwaza tê kirin daxwazeke rewa û mafdar e. Banga me li tevahiya Tirkiyeyê, li tevahiya dinyayê ye. Em pê piştrast in ku bi hêzên demokrasiyê re wê ev rewşa xitimandî ji holê bê rakirin.
Hilbijartin bi dawî bû, mehek derbas bû. Meclîsê ji gel vedigirin. Ji wan heye ku dema meclîs venekirin wê deng ji me dernekeve. Dengê HDP'ê li her cihî ye, em ê bêdeng nemînin, hûn ê nikaribin me bêdeng bikin."
'HDP WÊ BI DAYIKÊN XWE RE BI XAVIKÊN SPÎ LI QADAN BE'
Der barê 1'ê Gulanê de jî Temellî diyar kir ku dengê 31'ê Adarê yê gelan di 1'ê Gulanê de li qadan bilind bikin û got, "Em bang li welatiyên ku daxwaza edalet û demokrasiyê dikin ku 1'ê Gulanê li qadan bi hêza kedê dengê xwe bilind bikin. Em jî; HDP wê bi dayikên xwe re bi xavikên spî li qadan be. Ji bo kes nemire, ji bo jiyan bi ser bikeve em ê li qadan bin."