Temellî: Ocalan hêvî, AKP şer tîne!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan ketî greva birçîbûnê silav kir û got, Ocalan wê aramiyê bîne welat.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li navçeyên Yuregîr û Seyhan ên Edeneyê bi gel re civiya. Di hevdîtina bi gel re ya parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Kemal Oeksoz jî li gel Temellî cih girtin.

Temellî got: “Em ê heq ji vê demê zorî û zehmetî hene derbikevin. Ev 40 sal in çi zorî hatiye pêşiya me me li serî jêre netewandiye û ne jî çong daniye. Divê em hêza başiyê bikin desthilat. Em ê vî welatî ji xirabiyê rizgar bikin” û Parlemetera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ketî grea birçîbûnê silav kir.

‘OCALAN HÊVIYÊ DIDE WELAT’

Temellî bal kişand ser rola Ocalan a ji bo aştiyê û wiha pêde çû: “Hişmendiya netewa demokratîk û jiyana azad a Ocalan hêviyê dide welat.” Temellî wiha dom kir: “Plana hilweşandinê bi lez dikin, yên ku zilmê li vî welatî peyda dikin, şidet anîn. Ji bo Sûriyeyê jî şer û şidet anî. Ji ber ku ev desthilat bi dijminahiya Kurdan têr dibe, ev desthilatdarî ji cihêkeriyê têr dibe. Zimanê vê desthilatê zimanê nefretê ye, niha demê rizgarbûna ji vê ye.”

Temellî got: “Bidawîkirina tecrîdê di heman demê de tê wateya bidawîbûna bêedaletiyê.”

‘BI BIRYARIN KU GEL DI NAVA HEJARTIYÊ DE BIHÊLIN’

Temellî qala birsîbûn û bêkariyê jî kir û wiha domand;

“Li vî welatî esnaf perîşan e, karker tevî ku kar dikin jî hejar in. Îro Mizeya kêmitirn (heqê herî kêm) dibin sînorê birsîbûnê de ye. Binêrin wê bazara heqê herî kêm bikin. Zama ku ji bo heqê herî kêm bidin wê dibin sînorê birçîbûnde be xistine bin 1.600 lîreyî, wê bêjin em ê heqê herî kêm bikin 2000 lîre yan 2.100 lîre bibiryarin ku wê gel di nava hejartiyê de bihêlin.”

‘EV HILBIJARTIN GELEK GIRÎNG E’

Temellî qala hilbijartinên xwecihî jî kir û wiha got;

“Di rastiyê de hilbijartina xwecihî ji bo vê sekinandina vê rewşê ji bo demokrasî, azadiyê gelek girîng e. Ev demeke kiritîk e. Em ê 4 mehan bi hevre ji bo hilbijartinên xwecihî xwe amade bikin. Divê destpêkê hemû teşkîlatên me yên navçe û bajaran bi navenda giştî re bi xebatên rêxsitinî kar bikin.”